Hilbijartina Îranê wê di navbera du kesan de pêk bê

Di hilbijartina serokkomariyê ya Îranê de Eshaq Janagirî ji bo serokkomarê niha Hasan Rûhanî xwe paş ve kişand. Wê hilbijartin di navbera Rûhanî û Reîsî de pêk bê.

Li gorî ajansa nûçeyan a Îsnayê, Jahangî yê ku xwe ji namzetiyê vekişand wê dengê xwe bide Rûhanî. Jahangîrî diyar kir ku ew “peywira xwe ya dîrokî” bi cih tîne û îddîa kir ku Rûhanî yê demên dijwar e.

Rojek berê jî şaredarê Tehranê yê mûhafazakar Mûhammed Bager Galîbaf jî namzetiya xwe bi paş ve kişandibû û bang kiribû ku gel dengên xwe bidin Îbrahîm Reîsî.

Bi paşvekişandina du namzetan re, çar namzet man. Ev kesên hanê bi erêkirina Mûhafizên Parastina Destûra Bingehîn karibûne bibin namzet. Tê diyarkirin dibe ku Mûstafa Mîrsalîm ên mûhafazakar û Mûstafa Haşemîtabayê yê reformîst wekî du namzetên din xwe bi paş ve bikişînin.

Di vê rewşê de wê hilbijartin di navbera Rûhanî û Reîsî de pêk bê. Serokkomar ji bo çar salan tê hilbijartin.

WÊ KURD BOYKOT BIKIN!

Hilbijartina niha di navbera namzetên “xerab û pir xerab” de asê maye. Wê Kurd jî vê hilbijartinê boykot bikin. KODAR, PJAK, KJAR û KCR’ê di daxuyaniya hevpar a di 12’ê Gulanê de diyar kiribûn ku wê hilbijartina serokkomariyê ya li Îranê boykot bikin.

“NE TURBANA REŞ Û NE JÎ YA SPÎ, VEGUHERÎNA DEMOKRATÎK”

Muxalîfên li Îranê jî bi dirûşma “ne turbana reş û ne jî ya spî, veguherîna demokratîk” gel bangî boykotê kirin. Konseya Berxwedanê ya Neteweyî ya Îranê ya ku baskê siyasî yê Mucahîdên Gel e, diyar kir ku hilbijartin “di nava dîktatoriyê de hilbijartinek” e.

HERDU NAMZET JÎ SEDEMA KÊŞEYAN IN

Namzetên reformîst û mûhafazakar herdu jî planeke wan a çareseriyê ya ji bo kêşeyên civakî û ekonomîk tune. Krîza ekonomîk zêdetir dibe. Azadî di bin pêkutiyê de ye, bêkarî zêdetir dibe, fabrîqe tên girtin, karker nikarin meaşên xwe bistînin. Di dema serokkomarê niha Hasan Rûhanî de nêzî 3 hezar kes hatin îdamkirin. Ji van kesan 77 heb jê jin û zarok bûn. Îbrahîm Reîsî jî ji înfazkirina 30 hezar kesan berpirsyar e. Di sala 1988’an de dema ku li girtîgehan ev înfaz pêk hatin, Reîsî di komîsyona cezayên îdamê de bû.