Hikûmeta Swêdê di civîna kirîzê de ne
Li Swêdê piştî êrîşa bi kamyonê ya ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da, hikûmeta kete civîna kirîzê.
Li Swêdê piştî êrîşa bi kamyonê ya ku 3 kesan jiyana xwe ji dest da, hikûmeta kete civîna kirîzê.
Piştî ku li paytexta Swêd Stockholmê ajokarê kamyonê wesayîta di ser gel de ajot û di encamê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û şûnde, Wezareta Ximeta Civakî, bang li hemû wezîr û musteşaran kir ku derbazî odeya kirîzê bibin.
Di vê navberê de hate diyarkirin ku kamyona ku êrîş pêk anî aîdê kargehekî ya bîrayê ye. Polîsên ku rê nadin welatî nêzî cihê bûyer û avahiyên hikûmetê bibin, metro û wesayîtên rêwîtiyan disekinîne. Polîs têkirldarî bûyerê hê jî bêdengiya xwe diparêzin û piştî kû bûyer pêk hate tenê gotin di bûyerê de çend mirov birîndar bûne.
Nayê zanîn ka kamyon hatiye dizîn an ne, li gorî şahidên ku ji çapemeniya Swêdê re daxuyanî dane, li kolana Olol Plame ya ku nêzî cihê bûyerê ye polîsan kesek binçavkiriye.
Li gorî şahidekî din jî dibêje kesê ku kamyon di ser gel de ajot rûpoş bû. Ev agahî ji aliyê polîsekê ve hate pirşrastkirin.
Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven jî, diyar kir ku li Sêwdê êrîşek pêk hatiye û herî kêm 2 kesan jiyana xwe ji dest daye. Tê payîn ku Serokwezîr di saetên pêş de daxuayiyekê bide çapemeniyê û têkildarî bûyerê daxuyanî bide.