Hikumeta Lîbyayê ji bo vekişînê banga hevkariyê li Enqereyê kir

Hikumeta Yekîtiya Neteweyî ya Lîbyayê bang li Tirkiyeyê kir ku ji bo hêzên xwe yên li nava welêt vekişîne hevkariyê bike.

Wezîra Karên Derve ya Lîbyayê Necla El Manguş got, "Em bang li Tirkiyeyê dikin ku ji bo parastina serweriya Lîbyayê, ji bo dawîanîna li hebûna hêzên biyanî û leşkerên ji bo pereyan li Lîbyayê şer dikin, bi me re hevkariyê bike."

Manguş di dema civîna çapemeniyê de ku bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavûşoglû re li Trablusê kir, ev daxuyanî da.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk jî nerazîbûn nîşan da ku hebûna leşkerên Tirk mîna yê komên cuda tê pênasekirin.

Di navbera Enqereyê û hikumeta berê ya Trablusê de ku giraniya wê ji Îxwaniyan pêk dihat, dawiya sala 2019'an peymaneke leşkerî hatibû çêkirin.

Dewleta Tirk ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi rengekî eşkere binpê kir û piştgiriya leşkerî yekser da hikumeta Trablusê û çeteyên xwe yên li Sûriyeyê derbasî Lîbyayê kir.

Hêzên ser bi Xelîfe Hefter jî ku rojhilatê welêt kontrol dikin piştgiriyê ji Rûsya, Îmarat û Misrê werdigirin.

Şer havîna derbasbûyî bi peymanekê bi dawî bû. Di çarçoveya danûstandinan de ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de hatin kirin, hikumeta yekîtiyê ava bû.

Hikumeta demkî ku serkêşê wê karsazê bi navê Abdulhamîd Debîbah e, wê heta hilbijartinên demkî yên meha Kanûnê welêt bi rê ve bibe.