Hikûmeta Elman daxwaza Washîngton a leşker şandinê red kir

Hikûmeta Elman daxwaza Washîngtonê ya leşker şandina ji bo Bakurê Sûriyeyê red kir.

Daxwaza leşker şandinê ya DYE’yê bû sedema dubendiya di nava hikûmeta koalîsyona Angela Merkelê.

Piştî geşbûna gotûbêjan hikûmetê îro daxwaza DYE’yê red kir.

Berdevkê hikûmetê Steffen Seîbert wiha got “Hikûmeta Elmanyayê bi baldarî parastina bergiriyên heyî yên di nava koalîsyona leşkerî ya li dijî rêxistina DAÎŞ`ê de dike, ev jî tê wateya ku hêzên bejahî li ser xakê tune ne."

Nûnerê taybet yê DYE yê Sûriyeyê James Jeffrey roja Yekşemê daxwaz ji Elmanyayê kiribû ku hêza bejahî bişîne û daxwaza bersiveke lezgîn kiribû.

Jeffrey di dema serdana ji bo Berlînê de, gotibû di nava Elmanya û 80 endamên koalîsyonê de dildaran digerin.