Hikûmeta Cezayirê ji çalakgeran re got,'xayin'

Wezîrê Karê Navxwe yê Cezayirê Selehaddîn Dahmûn gelê ku hilbijartina 12'ê Kanûnê ya serokkomariyê qebûl nekirî kire hedefa xwe û ji gel re got,''xayin'', ''leşkerên kirêkirî'' û ''havzayend''.

Piştî hilweşandina Evdilezîz Buteflîka, li bara tevgera gel ku dixwaze pergala berdest bi temamî were rûxandin, rêveberên berdest ên statûkoxwaz piştî destgîrkirin û girtinan, niha jî bi tundî gel sûcdar dikin.

Wezîrê Karê Navxwe Selahaddîn Dahmûn gotinên hetiketî kir. Daxuyaniya Dahmûn bi tora medyaya civakî bi carekê re berbelav bû, bertekên tund hatin nîşandan.

Dahmûn got,''Ramaneke kolonyalîst heye, ku  îro beşek ji Cezaîriyan, a rast, ên ku xwedêgiravî Cezaîrî ne, ên xayin, leşkerên kirêkirî û hevzayendan bi kar tîne. Em wan nas dikin''. Dahmûn her wiha lê zêde kir û got,''Ew ne bi me re ne û em jî ne bi wan re ne''.

Wezîrê Karê Navxwe bang kir ku di hilbijartina 12'ê Kanûnê ya Serokkomariyê de dersekê bidin.

Tê payin di hilbijartina 12'ê Kanûnê de, li şûna Evdilezîz Buteflîka ku Nîsanê ji desthilatê hate danîn kesekî dî were hilbijardin. Lê tevgera gel (Hîrak) piştî ku Buteflîka hate hilweşandin, dixwaze pergala ku ji 1962ân ve li ser kar e bi temamî were rûxandin.

Gel û beşekî berfireh ê civakê li dijî hilbijartina serokkomariyê derdikevin û bi ya wan, ji bo ku pergalê li ser piyan bihêlin, hilbijartinê dikin. 5 kesan xwe di ber hilbijartinê re kirine. Di nav van de ji serokwezîrên berê Elî Benflîs û Evdilmecîd Tebbûn jî hene. Herdu jî 70 salî ne û favariyên hilbijartinê ne.