Hikûmeta Îzlanda bi 400 milyon kronî destek da çapemeniyê

Wezîra Çand û Perwerdê ya Îzlanda Lîlja Alfredsdottir got her sal ew ê bihayê 400 milyon kronî destekê bidin weşanxane û çapemeniyê.

Wezîra Çand û Perwerdê ya Îzlanda Lîlja Alfredsdottir got her sal ew ê bihayê 400 milyon kronî destekê bidin weşanxane û çapemeniyê.

Li Îzlandayê saziyên çapemeniyê û weşanxane ev bi salan e dibêjin destê wan teng e û ji hikûmetê dixwestin ku alîkariyê bide wan. Van salên dawî çapkirin û firotina pirtûkan kêm bû. Zêdekirina Baca Nirxa Zêde destê rojname û weşanxaneyan teng kir.

Wezîra Îzlandî Lîlja Alfredsottir di daxuyaniya çapemeniyê de ku desteka li çapameniyê hişkere kir, got ji 2019’an û wir ve armanca alîkariya wan  li gel geşkirina nûçeghanî û weşangeriyê ew dixwazin rewşa zimanê Îzlandî jî geş bikin.

Hikûmetê beriya niha gotibû ew ê Baca  Nirxê Zêde ya li ser pirtûkan rakin lê wezîr got li şûna ku vê bacê rakin desteka rasterast a li çapemeniyê wê baştir bibe.