Hêzên Iraqê li Rojavayê Mûsilê bi pêş ve diçin

Hêzên Iraqê ragihandin ku li rojavayê Mûsilê taxek din kontrol kirine.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê fermandariya operasyona hevpar a koordîneya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ya li Iraqê ve hate dayîn, hat diyarkirin ku Bakurê Devera Pîşesazî ya rojhilatê Mûsilê hatiye rizgarkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku yekîneyên hêzên taybet li dijî DAIŞ'ê windahiyên mezin dane û li cihê ku hatî rizgarkirin ala Iraqê daliqandine.

Hêzên Iraqê di hefteya derbasbûyî de li bakûrê Mûsilê dest bi operasyonekî nû kiribûn. Roja Duşemê Taxa El Haramat ketibû destê hêzên Iraqê.

Operasyona Mûsilê di 17'ê Kewçêra 2016'an de hatibû destpêkirin. Di meha Çilêyê de piştî ku rojhilatê Mûsilê hat rizgarkirin, li aliyê Rojavayê Mûsilê derbasî qonaxa 2’emîn bûbûn. Operasyona Mûsilê di dema destpêkirî ve 6 meh li pey xwe hişt û berdewam e. Heta niha tê payîn ku li gelek taxên derdorê bi sedan çeteyên DAIŞ'ê hene.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan, li Mûsila kevin herî kêm 250 hezar sivîl asê mane. Sivîl di şert û mercên zehmet yê jiyanê de, li ber xwe didin.