Hêzên dewletê yên Nîjeryayê gelek çalakger kuşt

Li Nîjeryayê ji bo rêveberiyeke baş û li dijî şîddeta polîsan xwepêşandan zêde bûbûn. Tê diyar kirin ku hêzên dewletê gelek çalakger kuştiye.

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Lagosê ya ku yek ji bajarê herî mezin ê welat e xwepêşandan zêde bûne û leşker û polîsan gule li xwepêşandinê barandine. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hikumetê duh derketina derve qedexe kiribû û di xwepêşandanan de gelek çalakger ji aliyê hêzên dewletê ve hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew hewl didin hejmara mirî û birîndaran zelal bikin.

Li gorî hinek medyayên dema mirov li dijî vê qedexeyê derketine derve, leşkeran gule li wan reşandine.

Li Nîjeryayê ev serê 10 rojan e xwepêşandan tê kirin û ji roja Yekşemê ve û vir ve şîddet jî zêde bûye. Him koman li gelek bajaran êrîş biribûn ser qereqolên polîsan.