Hêzên Afgan navçeyek ji dest Talîban standin

Hêzên ewlekariyê yên Afgan, li herêma Kunduzê navçeyek ji dest Talîban standin.  

Hêzên ewlekariyê yên Afgan, li herêma Kunduzê navçeyek ji dest Talîban standin.  Li gorî agahiyên ku rayedaran dane, hêzê Afgan berê sibehê yê Sêşem operasyonek bi ser navçeya Kalaî Zal de anîne. Kalaî Zal li rojavayê bakur ê Kunduz dimîne. Hate gotin di operasyonê de avahiya qeymeqamiyê, qereqola polîsan û sektorên din ji dest hatine standin.

Wezareta Karên Hundir diyar kir ku li qadên ku ne di bin kontrolê de ne jî operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin.

Talîbanan herêma Kalaî Zal ku bi Tacîkîstanê re sînor e, 6’ê Gulanê kontrol kiribûn. Navenda Kunduzê her çendî di jêr kontrola hêzên Afgan de jî be, li taxên dereke serweriya Talîba heye.

Tê ragihandin ku li Kunduzê şer heye. Hêzên hikûmetê hewl didin ku rêya sereke ya ku diçe bajêr veke. Ev rê bi mayin û bombeyên destan hatiye xirakirin.

Kunduz yek ji hedefa sereke ya Talîban e. Talîbanan di van 2 salên dawî de du caran ev bajar bi dest xist lê piştî şerê çend rojan û bombeyên hewayî paş ve vekişiya.

Li gorî texmînên Emerîkiyan hikûmeta Afgan di rewşa berdest da tenê 60 ji 100’ê welêt kontrol dike. Deverên dî di destê Talîban de ye.