'Hevdîtinên aştiyê yên tevgera Kurd wê têkoşînê xurt bike'
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk bal kişand ser hevdîtinên aştiyê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd û got, "Meşandina pêvajoya aştiyê wê têkoşîna giştî û yekîtiyê xurt bike."
Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk bal kişand ser hevdîtinên aştiyê yên Tevgera Azadiyê ya Kurd û got, "Meşandina pêvajoya aştiyê wê têkoşîna giştî û yekîtiyê xurt bike."
Piştî girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Desthilatdariyê bi binçavkirin, girtin û lêpirsînê neçarî pêşî li çalakiyên şermezarkirinê bigire.
Nîqaşên têkoşîna hevpar ku demeke dirêj e di rojevê de ne, bi nerazîbûna civakê ya li hemberî desthilatdarî û sîstemê re ji nû ve ketin rojevê.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedê (EHP) Hakan Ozturk li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku lingekî têkoşîna hevpar sosyalîst û tevgera siyasî ya Kurd be, lingê xwe yê din jî CHP ye û di nîqaşên li ser yekîtiyê de işaret bi girîngiya Tevgera Azadiyê ya Kurd kir. Ozturk got, "Di vê têkiliyê de bi qasî hevkariya sosyalîstan û tevgera siyasî ya Kurd, têkiliya bi CHP'ê re jî xwedî cihekî girîng e. CHP muxatabê yekser ê helwesta nenaskirina demokrasiyê ya di rojevê de ye. Ev rastiya wê nîşan dide ku wê weke berê xwe nede aliyekî. Mînak, di dema Berxwedana Gezî de tablo ne bi vî rengî bû. Gelek tecrûbeyên têkoşîna hevpar danheviyeke girîng afirand. Di vê hevgirtinê de divê em bernameyeke polîtîk a li ser nirxandina meseleyên li welêt destnîşan bikin. Hevkarî weke rêbaza têkoşînê divê xeta girseyî ji xwe re bike esas; di nava tifaqê de têkiliyên wekhevî û demokratîk dikare bi cih bêne anîn; rojeva hilbijartinê ji demên ne hilbijartinê divê bixe rojeva xwe û girîngiya Tevgera Azadiyê ya Kurd li ber çavan bigire."
Ozturk destnîşan kir ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û tevgera şoreşger a Tirkiyeyê li heman qadan jinûve dikarin li hev kom bibin û got, "Bêguman dikare bê pêkanîn. Kokên tevgera Kurd xwe dispêre tevgera ciwanan. Têkoşîna gelê Kurd xwişk û biratiya gelan, enternasyonalîzm û wekhevî timî daniye ber xwe. Em dikarin bi şênberî bibînin ku ev yek wê dewam bike. Li gorî tecrûbeyên berê, divê mirov têkildarî pêvajoya nû ya li ser meseleya Kurd gelekî baldar bin.
Dema ku agirbest têk diçe, aştî bi dawî dibe tundiyeke gelekî mezin rû dide. Mirov dikare ji encamê ku mirin tê de heye, vegerin. Lewma divê girîngî ji vê pêvajoya nû re bê dayin û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji sosyalîstên din cuda neyê dîtin. Berevajî, meşandina pêvajoya aştiyê û serxistina wê ji aliyê tevgera Kurd ve wê yekîtî û têkoşîna hevpar xurt bike."
Ozturk di dawiya axaftina xwe de got, "Niha hewldanên polîtîk hene ku hevdu hinekî din baş nas kirine û nêzî hev bûne. Ev tevger bêyî îhmalkirina danheviya heyî gavan diavêje û wê encamên girîng bi xwe re bîne. Yekîtiyeke tam ne şert e. Yên ku herî zêde li hev dikin ji bo pêkanîna yekîtiyê divê tavilê gavê biavêjin û gavê diavêjin."