Hesna Hesen: Armanca me avakirina civakeke azad û demoqratîk e

Endama Kongra Star Hesen: Dema îro dibêjin; em li Şehbayêdi qonaxa duyemîn a Berxwedanê de ne, em vê li ser esasê têkbirin û şikandina dagirkerî û destdirêjiya dagirkeriya îro ya li ser civaka me tê kirine û azadkirina civaka xwe ye.

Pêngava ku bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêzin, dagirkeriyê û DAÎŞ’ê têk bibin’ li Şehba di pêşengtiya Kongar Star de hatî destpêkirin bi bilindkirina berxwedaniyê tê domandin.

Endama Kongar Star Hesna Hesen, li ser xebat, çalakî û pêngavê ya li Şehbayê agahî da. Hesen anî ziman ku di çarçoveya pêngavê de ku meheke hatiye destpêkirin civîn, meş û daxuyanî hatin dayîn. Hesan got: “Yek ji armanca me ya dana destpêkirina vê pêngavê ew e ku em civakê li dijî destdirêjî û êrîşên dagirkirin parastin e.”

Hesen diyar kir ku berxwedana li Efrînê ku 58 a rojan li dijî dagirkeriya Tirk hate kirin, berxwedaniyek pir mezin bû. Ew xeterî îro jî didome, ji bo vê ye pêwîst e gel di vê mijarê de hişyar û yekîtiya xwe xurt bike. Her çendî nava gelan yekîtî hebe ewqasî dagirkerî hêza xwe winda dike.

‘BI ŞERÊ TAYBET DIXWAZIN JIN Û CIWANAN TÊK BIBIN’

Endama Kongra Star Hesna Hesen da xuyakirin ku ew tim di civîn û perwerde yên didin de bal dikişînin ser ziraviyên şerê taybet ên dagirkeriyê yên li ser civakan tê kirin û wiha pêde çû: “Bi taybet desthilatdar şerê taybet li ser ciwanan dike kirin û dixwazin bi madeyên hişbir wan belav bikin û destdirêjiyê li jinê bike. Em dixwazin li dijî vê têkoşînê bilind bikin. Ji ber ku Rêber Apo dibêje; ‘Barê şoreşê li ser jin û ciwanan e’. Li Rojava bi pêşengtiya jinê şoreş hate kirin û dewam dike. Ji bo vê ye divê di warê perwerdehî û piştgirîkirina jinê de hewldanên hê zêdetir bên kirin.

Hesen anî ziman ku li Bakurê Kurdistanê jî jin pêşengtiyê ji şoreşê re dike. Hesen bibîr xist ku Jin ne tenê li parçeyekê li ber xwe didin, li Başûr, Rojhilat û Bakur li gelemperiya Kurdistanê têdikoşin. Ev berxwedan bihêzbûna jinê dide nîşandan. Her ku jin piştgirî dide hev dagirkeriya Tirk û DAÎŞ’ê têk diçe.

‘ARMANC AVAKIRINA CIVAKEK AZAD Û DEMOKRATÎK E’

Hesen destnîşan kir ku çi dibe bila bibe wê berxwedaniya xwe bidomîne û ev got: “Bi perwerdehî, civîn û bi çi şêwaz dibe bila bibe em ê gav bi şûnde neavêjin û tim bi pêş ve biçin Armanca me ya sereke û esasî ronîkirin û zindîkirina civakê û hêza civakê derxistina holê ye. Bi taybet cewhera jinê ya rast derxistina holê ye. Jin çiqasî zana be wê civak jî ewqasî zana be. Li ser vî bingehî avakirina civakek azad û demokratîk e.”

‘JIN XWEDÎ ROLIN DI ÇARESERIYÊ DE’

Hesen anî ziman ku hemû sazî, komîn û meclîsan di bin sêwana Kongra Star de ne û piştevaniya hemû jinan dikin. Hesen da xuyakirin ku jin îro gihiştine wê astê ku her tiştî nîqaş bikin û di çareserkirina pirsgirêkan de rolên mezin digirin ser milên xwe.

‘BI BERXWEDANA LI ŞEHBAYÊ EM Ê DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN, CIVAKÊ AZAD BIKIN’

Hesna Hesen herî dawî ev got: “Dema îro dibêjin; em li Şehbayêdi qonaxa duyemîn a Berxwedanê de ne, em vê li ser esasê têkbirin û şikandina dagirkerî û destdirêjiya dagirkeriya îro ya li ser civaka me tê kirine û azadkirina civaka xwe ye.”