Heşdî Şebî û Tûgayên Hîzbullahê yên Iraqê gef li DYE'yê xwarin

Li Iraqê berpirsên Heşdî Şebî û Tûgayên Hîzbullahê yên bi ser Îranê ve gef li DYE'yê xwarin.

Meha bihurî komên Şiî ragihandibûn ku ji bo ku hêzên DYE'yê ji Iraqê werin derxistin haziriya yasayê dikin.

Hin berpirsên hêzên Heşdî Şebî jî gotin heke DYE dernekeve wê zorê bi kar bînin û gef li DYE'yê xwarin.

Serokdewletê DYE'yê Donald Trûmp jî dawiya heftiyê ji qenala televizyonê ya CBS'ê re axivîbû û gotibû ew ê ji baregeha Eyn El Esadê ya li Iraqê bimînin, ji bo ku çavdariyê li Îranê bikin. Trûmp gotibû, ''Bi vî rengî, ku hewl bide çeka nukleer çêbike, hê çênekirî em ê hîn bibin.''

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî li dijî vê daxuyaniyê gotibû, ''Destûra Iraqê qebûl nake ku Iraq ji bo ku jê li welatekî cîran bixin mîna baregehekê were bikaranîn''. Salih got, ''Hêzên Emerîkî li gorî yasayê û bi çarçoweya peymanên di navbeyna du welatan de hebûna xwe didomînin, çi çalakiyên li derî vê çarçoweyê nayên qebûlkirin.''

Berdevkê Tûgayên Hîzbûllahê Mihemed Mohyî ku têkiliyên xwe bi Îranê re zehf baş in û li Sûriyê bi hêzên rejîmê re di heman eniyê de ne, li ser rewşa ku DYE bimîne, got, ''Wê mafê rewa yê her Iraqiyekî çêbibe ku bi her cure amûrî li dij leşkerên DYE'yê rabin.''

Mohyî got beriya ku ew li dijî leşkerên DYE'yê şerekî çekdarî bikin, ji bo ku ji bo vekişîna DYE'yiyan demek were diyarkirin ew dixwazin derfetekê bidine parlamenterên Iraqî.

Mohyî behsa wê hewldanê kir, ya ji bo qebûlkirina pêşnûmeya yasayê ya li Parlamentoya Iraqê ya bi mebesta ku pêşbîniya wê dike leşkerên DYE'yê ji Iraqê derkevin, got, pêşnûmeya navborî wê bibe 'gava pêşî'' lê ,''DYE wê dîsa li dijî vîna gel rabe'' û hewl bide ku li Iraqê bimîne.

Mohyî got di rewşeke wiha de jî hem Tûgayên Hîzbûllahê û hem jî hêzên din wê 'gava duyan' bavêjin û li dijî DYE'yê bi çek û rex bibin.

Lîderê Eshab-ul Ehil Heq Kay el Xezalî k uberiya niha jî ji bo ku ji Iraqê derkevin gef li hêzên Emerîkî xwaribû, piştî daxuyaniya Mohyî got,''Heke hewcehî bi me çêbibe, em hazir in.''

Xezalî got, ''Trûmp bi ber nakeve ku Iraq êdî dewleteke xurt e. Lê heke lê raweste, divê pê bawer be ku ev ê ji bo wan bi berdêleke giran be'' û gef li Emerîkayê xwar.

Leşkerên Emerîkî ku 2011'an ji Iraqê vekişiyabûn, 2014'an bi çarçoweya koalîsyoan têkoşîna dijî DAÎŞ'ê hatibûn Iraqê.