Her roj bihezaran kes ji Mûsilê direvin

Operasyona hêzên Iraqê ya ji bo rojavayê Mûsilê didome, her roj bi hezaran kes ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de direvin.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, hêzên Iraqê ku roja 4'ê Gûlanê li Rojavayê Mûsilê eniyek vekirîbûn, heta niha 22 hezar kes ji bajêr reviyane.

Tenê di 2 rojên dawî de 11 hezar kes gihiştin navenda kontrolê ya Hamam El Alî ya ku dikeve rojhilatê Mûsilê.

Çeteyên DAIŞ'ê bi guleyan êrîşî sivîlên ku dixwazin ji herêmê derbikevin dikin. Hat diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê ji bo ku malbatên wan jî li gel xwe bibin bazar dikin û wisa rêdidin ku gel ji herêmê xwe xilas bikin.

Operasyona Mûsilê 17'ê Cotmeha 2016'an destpê kir. Ji wê dîrokê heta niha 616 hezar kes ji bajêr derketine. Ji 3'ê paran 2 par ku ji rojavayê bajêr rizgar bûne, pêktê. Hinek sivîl derbasî malên xwe yên ku di meha Çileyê de ku rojhilatê bajêr hatibû rizgarkirin bûn. Operasyona rojavayê Mûsilê di meha Sibatê de destpê kir.

Çeteyên DAIŞ'ê xwe ji navenda rojhilatê bajêr û Mizgefta El Nurî ya mezin vekişandine. Sivîlên ku li herêmên şer in , di nav şert û mercên zehmet ên jiyanê de hewl didin bijîn. Sivîlên ku ji bajêr derketine ragihandin ku ne av, ne jî nan maye û bê navber bombardûman berdewam dike.