Helwestên li hemberî serokwezîrê nû yê Iraqê

Li Iraqê ji 1’ê Cotmehê û vir ve protestoyên ji bo guherandina pergalê tê kirin. Di vê pêvajoyê de serokwezîrekî nû hate hilbijartin. Heta mehekê divê Mûhammed Tevfîk Allavî hikumetê ava bike. Helwesta li kolanan jî bûye du parçe.

Serokkomar Berhem Salih, roja Şemiyê Mûhammed Tevfîk Allavî bi payeya serokwezîrtiyê wezîfedar kir. Heta mehekê divê Allavî hikumetê ava bike.

Allavî di dema hikumeta Malîkî de jî du caran wezîrtiya Telekomunîkasyonê kiribû. Ji ber zextên kolanan Adil Abdulmehdî du meh berê neçar mabû ji peywira xwe îstîfa bike.

Piştî muzakereyên dirêj a di navbera partiyên siyasî de îstîfaya Abdulmehdî hatibû qebûlkirin. Piştre ji bo hilbijartina namzetê nû li hev kirin. Koalîsyona Saîrûn a Mûktada Sadr ê ku serokê Şîîyan e, di warê diyarkirina serokwezîr de rolekî çalak wergirt.

Di hefteyên pêş de divê Allavî kabîneya nû ava bike û parlemento dengê bawerbûnê bide wî.

Çalakgerên li kolanan dixwestin di hikumeta nû de teknokratên serbixwe hebin.

ALLAVÎ: ÇALAKIYAN BIDOMÎNIN

Allavî li ser twîtterê vîdeoyek weşand û diyar kir ku ew dixwaze xizmeta xwepêşanderan bike. Allavî got ku “Çend deqîqe berê ez kesekî normal bûm, we ji bo guherandinê gelek tişt kir, ez bi we serbilind im. Niha jî ez ji bo we dixebitim. Ez dixwazim hûn çalakiyên xwe bidomînin. Heke hûn ne bi min re bin, ez ê bi tenê bimînim û ez ê nikaribim tiştekî bikim.”

Sadr jî diyar kir ku ew piştgiriyê dide Allavî.

KOLAN BÛNE DU PARÇE

Li kolanan du helwest derketin holê. Piştî wezîfedarkirina Allavî beşek li qada Tahrîrê ya Bexdayê kom bûn û piştgirî dan Allavî. Lê li gelek bajaran xwepêşanderan nerazîbûn nîşanî vê peywirdarkirinê dan. Li gorî xwepêşanderên li dijî peywirdarkirina Allavî, wê Allavî nikaribe pergalê biguherîne. Li Necef û Dîwaniyeyê ya ku bajarên pîroz ên Şîîyan e, girseyan li dijî Allavî slogan berz kirin.