Heke ambargo rabin Îran hazir e ku bi DYE'yê rûne

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî got heke DYE ambargoya li ser wan rake ew hazir in ku bi DYE'yê re bi berfirehî li hev rûnin.

Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî got, ''Heke hazir bin ku ambargoya li ser me rakin, em ji danûstandin û gotebêjiyê re hazir in. Bi asta rêveberên 5+1 welatan''. Rûhanî bi vê amaje bi Çîn, DYE, Fransa, Kralîyeta Yekbûyî, Rûsya û Elmanyayê kir, ku îmzeya xwe li peymana nukleerê ya li gel Îranê xistibûn.

Îranê, bi çarçoweya peymanê, bi şertê ku ambargo gav bi gav werin rakirin, ber pê hatibû ku xebatên nukleerî bi rengekî jidiyayî werin sînordarkirin.

DYE'yê ji Gulana 2018'an û vir ve yek alî vekişiya û ambargo li ser Îranê hate danîn. Ji wê demê û vir ve di navbeyna du welatan de rageşiyeke giran heye.

Rûhanî got, ''Ambargo li ser me heye. Sedema vê rewşê ne em in, encama çalakiya kambax a Qesra Spî ye.''

Rûhanî got,''Her carê me ji neteweya Îranê re got, heke Emrîka dawî li ambargoyên neheq, kambax, nelirê û terorî bîne û bide aliyekî, rêveberên 5+1 dikarin li hev rûnin, em ti problemê di vê de nabînin.''