Hejmara qurbaniyên li derveyî Çînê hezar derbas kir

Hejmara mirovên ji ber vîrûsa Koronayê li derveyî Çînê jiyana xwe ji dest dan hezar kes derbas kir.

Li gorî AFP'ê ku bi daneyên fermî hesab kiriye, li derveyî Çînê 1115 kes ji ber şewba Covîd-19 jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daxuyaniya êvara Sêşemê ya meqamên Îtalyayê, 168 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Ev yek rekoreke dramatîk e ku di nava 24 saetan de rû da. Hejmara mirovên li gelemperiya welêt jiyana xwe ji dest dan 631 derbas kir. Îtal bi vî rengî bû welatê destpêkê yê li Ewropayê û welatê duyemîn ê li cîhanê ku herî zêde mirov ji ber vîrûsê lê jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber ku vîrûs li derveyî Çînê bi lez û bez belav dibe, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) diyar dike ku rewş ber bi pandemiyê ve diçe. Li Îranê zêdeyî 8 hezar nexweş pê ketine û nêzî 300 kes mirine. li Spanyayê hejmara nexweşan 1600 kes derbas kir. Li Fransayê 1784 kes bi vîrûsê ne û 33 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ji Kanûna 2019'an dema ku vîrûs li Çînê rû da û vir ve bi 116 hezar kesî ketiye. Zêdeyî 4 hezar kes ji ber vîrûsê mirin. Di rewşa heyî de li 105 welatan teşhîsa vîrûsê hatiye danîn. Li gorî UNICEF'ê ji ber şewbê li 15 welatan dibistan hatine girtin û vê yekê bandor li 363 milyon ciwanî kiriye.