Hejmara penaberên ku li Behra Spî xeniqîn 5 hezar derbas kir

Li gor saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî, ji serê vê salê ve hejmara penaberên ku li Behra Spî û Egeyê fetisîne gihiştiye 5 hezaran. Ev hejmar heta niha nehatibû dîtin.

Di daxuyaniya Rêxistina Koçberan a Navneteweyî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) de hat gotin di hejmara mirinên penaberan de ku hewl didin ku di serî de Yewnanîstan û Îtalya, derbasî welatên Ewropayê bibin, zêdebûyinek heye. Hat gotin ku hejmara penaberên ku dîrokên mabeyna 1’ê Çile-21’ê Kanûna 2016’an hewl dane bi rêka behrê derbasî welatên Ewropayê bibin 358 hezar bihurandiye, di mirinan de jî li gor sala bihurî rêjeyek ji 3’yan yek zêdebûyin hene.

Nêzî 100 penaberên ku li peravên Sîcîlyayê di 2 karesatan de jiyana xwe ji dest dan jî li ser hejmaran hatin zêdekirin û hejmara penaberên ku ji meha Çileyê ve jiyana xwe ji dest dane wek 5 hezar hat diyarkirin.

Li gor daneyên IOM, sala 2015’an li Ege û Behra Spî bi giştî 3 hezar û 777 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn.

Berdevkê Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî William Sprindler jî têkîldarî mirinên li Behra Spî got, ‘heta îro bîlançoya zêdetirîn e’.

Beşek mezin a penaberan ku li Behra Spî û Egeyê jiyana xwe ji dest dan, penaberên ku ji şerê navxweyî yê li Rojhilata Navîn û Afrîkayê direviyan bûn.

Ev hejmarên ku IOM dide, bi komkirina jimarên penaberên ku cenazeyên wan tên dîtin û li gor îfadeyên penaberên saxmayî, hejmara penaberên ku tê texmînkirin di behrê de winda bûne tên diyarkirin.