Hejmara mirovên li Kolombiyayê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 250 kesî

Hejmara mirovên ji ber karesata lehiyê li herêma Mocoa ya Kolombiyayê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 250 kesî.

Hejmara mirovên ji ber karesata lehiyê li herêma Mocoa ya Kolombiyayê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 250 kesî.

Li gorî daxuyaniya rayedarên Kolombiyayê, 250 kes mirin e, ku 62 ji wan zarok in. Hat ragihandin 203 kes jî birîndar bûne û gelek kes hîn winda ne.

Ne elektrîk ne jî av dikare ji herêmê re were dayîn. Artêşa Kolombiyayê hewl dide tevî tîmên alîkariyê, malzemeyên alîkariyê û avê bigihîne mexdûran. Rayedaran gotin, ji duh û vir ve bi qasî 7 ton malzemeyên tibî, av û elektrîk gihandine herêmê.

Wezîfedarên Xaça Sor ên li herêmê hewl didin bibin alîkar ku malbat xwe bigihînin hev.

Ji ber baran û şemitîna erd a hefteyên dawî li Perûyê 101, li Ekvadorê jî 21 kesan jiyana xwe ji dest da bûn.