Hejmara koçberên hatin girtin, di dema Trûmp de gelekî zêde bû
Piştî ku Serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp dest bi wezîfeyê kir, girtina koçberan ji sedî 40 zêde bû.
Piştî ku Serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) Donald Trûmp dest bi wezîfeyê kir, girtina koçberan ji sedî 40 zêde bû.
Li gorî daneyên ji aliyê Buroya Parastina Gumrukê û Koçberiyê ya DYA, di navbera 22'ê Çileyê û 30'ê Nîsanê de li gelemperiya welêt, 41 hezar û 318 koçber hatine binçavkirin. Ev hejmar par di heman demê de 30 hezar û 28 bû. Ku ev yek jî tê wê wateyê; îsal bi rêjeya ji sedî 40'î zêde bûye.
Di heman wextê de, tevî ku sûcek nekiriye, lê ji ber ku bi rengekî ne qanûnî ji sînor derbas bûye, hejmara koçberên hatin girtin ji sedî 150 zêde bû. Hejmara van koçberan di navbera 22'ê Çileyê û 30 Nîsana 2016'an de 4 hezar û 200 bû, lê di heman mehên îsal de gihîşt 10 hezar û 800 kesî.
Tê zanîn, Wezîrê Ewlekariya Navxweyî ya rêveberiya Trûmp John Kelly, ji bo tedbîrên tund li dijî koçberiya ne qanûnî û sûcên koçberan bê girtin, ferman daye û tê gotin, rola Kelly di zêdebûna hejmara giritna koçberan de heye.
Lê belê, beşeke girîng a van koçberan wê ji ber sûcên krîmînal bên darizandin, lewma tê gotin, rêjeya dersînorkirinê li gorî par ji sedî 12 kêm bûye.