Hejmara Koalayan ji deh milyonî daket dehan hezarî

Li gorî lêkolînek li Awûstralyayê hate kirin, nifşê Koalayan kêm dibe ku ev heywan yek ji sembola vî wlelatî ye.

Lêkolîn ji aliyê saziya bi navê Australian Koala Foundation ve hate kirin. Li gorî lêkolînê, li Awûstralyayê hejmara Koalayan daketiye 46 hezar heta 90 hezarî.

Hate bibîrxistin, di dawiya sedsala 18'an de dema ku Îngilîstanê Awûstralya kir koloniya xwe, nifûsa Koalayan zêdeyî 10 milyon bû. Lê belê ji ber ku cih û warê wan tê tinekirin, nifşê wan jî ji holê radibe.

Koala tevî Kangûrûyan yek ji nîşaneya Awûstralyayê ye. Hişyarî hate dayin ku eger bi lezgînî tevdîr neyên girtin, dibe ku nifşên wan biqede.

Herî dawî, hikumetê li eyaleta New South Walesê ji bo Koalayan 45 milyon dolarê Awûstralyayê veqetandibû. Koalayên li vê eyaletê di nava 20 salên dawî de bi rêjeya 26 ji sedî tine bûn. Nifûsa Koalayan a li Qûeenslandê jî bi rêjeya 53 ji sedî kêm bû.