Hejmara kesên li Fîlîpînê mirin zêde dibe

Bagera tropîlan a bandor li Fîlîpînê kiriye, dibe sedema mirina mirovan. Hejmara mirovên ji ber bagerê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 43 kesan.

Ajansa şopandina afetê ya hikumeta Fîlîpînê ragihand, heta niha 43 kesan jiyana xwe ji dest dane û 45 kes jî winda ne.

Li herêma Bîlîranê ku bi 500 kîlometreyî dûrî paytexta Manîla ye, hewldanên ji bo rizgarkirina mirovên di xaniyên ji ber hezazê ketine binê axê, dewam dikin.

Rayedaran gotin, 30 ji 43 kesên jiyana xwe ji dest dane li Bîlîranê ne. Li giravê 30 kes jî hê winda ne.

Hat ragihandin, bi qasî nîvê 100 hezar kesên cih û warê xwe terikandine, vê hefteyê li navendên tehliyeyê mane.

Li Fîlîpînê her sal 20 bager radigin ku piraniya wan rê li ber mirina mirovan vedikin.