Hejmara kesên ji ber teqîna Fûego winda bûn zêde dibe

Li Gûatemalayê, hejmara kesên ku piştî teqîna volkanê Fûegoyê winda bûn, zêde dibe. Tê gotin heta niha 332 kes winda ne.

Volkanê Fûego ku li başûrê Gûatemala ye, roja 3'ê Hezîranê teqiya bû.

Li gorî daxuyaniya saziya afetên xwezayî ya Gûatemalayê CONRED, hejmara kesên ji ber bûyerê mirine 113 kes e. Lê belê hejmara kesên ku winda bûne û hîn agahî ji wan nayê girtin, 332 ye.

Tê texmînkirin ku gelek ji van kesên winda di nava lavên volkanê de mane û jiyana xwe ji dest dane. Beriya niha hatibû ragihandin ku 197 kes winda ne.

Ji 113 kesên jiyana xwe ji dest dane, heta niha nasnameya 85 kesî tepsît bûye.

Volkanê Fûego ku tê wateya 'agir' yek ji volkanên aktîf ên li Latîn Amerîkayê ye. Volkanê bandor li 1,7 milyon kesî kir û herî kêm 12 hezar kes ji ber teqîna wê ji cih û warê xwe bûn.