HDK-A: Em Elmanya li Erdogan teng bikin

Kongreya Demokratîk a Gelan -Elmanya (HDK-A) ji bo serdana Erdogan a li Elmanya şermezar bikin bang kir ku her kes tevlî çalakiyên 28-29'ê Îlonê bibin.

HDK-A'yê di banda nivîskî de got, ''Lİ Berlînê bi xaliya sor pêşwazîkirina Erdogan ji bo hemû hêzên demokratîk fihêtiyek e''.

HDK-A'yê bang kir ku 28'ê Îlonê li Berlînê, 29'ê Îlonê li Kolnê divê mirov derkeve kuçe û kolanan û polîtîkaya dirû ya Elmanyayê ya li ser Tirkiyê şermezar bike, bal kişande ser polîtîkaya dirû ya Elmanya û got, ''Hûn nikarin hem Erdogan bi merasîmeke fermî pêşwazî bikin û li pişta muxalefeta li Tirkiyê ya demokratîk bisekinin. Desteka we ya rasterast an jî ne rasterast a li rejîma Erdogan li ser gelên Tirkiyê wê bibe zext û zordarî.''

HDK-A'yê xwest ku hikûmeta Merkel siyaset aştiyê geş bike û got, ''Di cih de divê firotina çekan a ji bo Tirkiyê were rawestandin û peymanên leşkerî yên di navbeyna du welatan de divê werin betalkirin. Heke hûn naxwazin zêdetir penaber werin Ewropayê, pêşî hûn li têkiliyên xwe yên bi rejîma Erdogan re binerin ku arîşeyan çêdike û arîşeyan geştir dike.''

HDK-A'yê herî dawî got ew ê 28-29'ê Îlonê ji bo Erdogan şermezar bikin bi 'rêxistinên dost' re li kuçeyan bin û got, ''Em bi hev re têkoşînê geş bikin, em kuçeyên Elmanyayê li Erdogan teng bikin''.