Hamas û El Fetîhê li Çînê peymana ‘yekîtiya neteweyî’ îmze kirin

Ji endamên buroya siyasî ya Hamasê Mûsa Ebû Marzûk roja Sêşemê daxuyaniyek da û ragihand ku wan li Çînê piştî civînekê hevrikê wan El Fetîh jî di nav de li gel komên Filîstînî peymanek îmze kirine.

Mûsa Ebû Marzûk di axaftina xwe de bal kişand ser yekîtiya neteweyî û ev yek anîn ziman: ‘’ Îro em têkildarî yekîtiya neteweyî peymanekê îmze dikin û em îlan dikin ku rêya temamkirina vê pêvajoyê ji yekîtiya nteweyî derbas dibe. Em girêdayî yekîtiya neteweyî ne û ji bo vê yekê kar dikin.’’

Piştî ku ji aliyê hin komên Filistînî ve li Pekînê danezaneke hevpar hate îmzekirin Wezîrê Karên Derve yê Çînê Wang Yi ev yek anî ziman:’’ Girîngtirîn rastî, ji bo birêvebirina Xezeyê ya piştî şer, peymana avakirina hikûmeteke lihevkirî ya neteweyî ya demkî ye.’’

14 komên Filistînî ku Hamas û El Fetîh jî di nav de ye ji bo lihevkirineke nû vê hefteyê li Pekînê hatin ba hev. Serokê dîplamasiyê yê Çînê têkildarî peymanê got: ’’Lihevkirin meseleya navxweyî ya komên Filistînî ye lê belê di heman demê de jî bêyî navbeynkariya civakên navneteweyî zehmet e ku lihevkirinek pêk were. Çîn di mijara parastina aşitî û aramiya Rojhilata Navîn de dixwaze roleke erênî bilîze.’’

Hamasê di Hezîrana 2007’an de Rêveberiya Filistînê ji Şerîda Xezeyê derxistibû û ji wê rojê heya niha di navbera her du aliyan de lihevkirinek pêk nedihat.

Lê belê piştî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê ya di 7’ê Cotmehê de ku bû sedema derketina şerê Hamas û Îsraîlê, hevdîtinên di navbera Hamas û El Fetîhê de ji nû ve dest pê kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di sala 2022’yan de ji aliyê hin navbeynkarên cuda ve li Cezayîrê ji bo her du aliyan hewlên pêkanîna lihevkirinê hatibûn dayîn lê belê di navbera aliyan de lihevkirinek pêk nehatibû.