Hamas: Em amade ne ku rehîneyên mayî di qonaxa duyemîn de berdin

Ji lîderên Hamasê Tahir el-Nunu garantî da ku di qonaxa duyemîn a agibesta bi Îsraîlê re hemû rehîneyên mayî di carekî de berdin.

Tê payîn ku qonaxa duyemîn di 2’ê Adarê de destpê bike, lê muzakereyên li ser şert û mercên wê dewam dikin. 

Di qonaxa yekemîn a abirbesta ku 19’ê Çileyê hat destpêkirin de, di berdêla berdana girtiyên Filistînî de rehîne biqedeme radestî Îsraîlê hatibûn kirin. 

Tahir el-Nunu diyar ne kir bê ka li Xezeyê çend rehîne bi saxî yan jî mirî hatine girtin. Li Îsraîlê di êrîşa 7’ê Cotmehê de bi giştî 251 kes hatin revandin. Li gorî artêşa Îsraîlê, li Xezeyê hîna 70 kes tên girtin, ji wan herî kêm 35 kes jiyana xwe ji dest dan. 

Ji 19’ê Çileyê ve hejmara rehîneyên li Îsraîlê derket 19’an, hejmara rehîneyên di destê Îsraîlê de jî zêdeyî hezar û 100 kes bûn. Tê plankirin ku 8 jê mirî bi giştî 33 rehîne radestî Îsraîlê bê kirin. Tê hedefkirin ku heta 1’ê Adarê hezar û 900 Filîstînî were berdan. 

Divê şert û mercên qonaxa duyemîn a agirbesta ku tê payîn şer bi teqezî bi dawî bibe û hemû rehîne bên berdan, di 2’ê Adarê de temam bibe. 

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar diyar kir ku hevdîtin wê “vê hefteyê” destpê bikin. 
Eger qonaxa duyemîn wekî ku tê plankirin birêve biçe, di qonaxa sêyemîn û dawî de wê jinûve avakirina Xezeyê bibe mijar.