Greva li Îngilistanê bandor li 100 hezar rêwiyan kir

Greva pîlotên şîrketa xeta hewayî ya Îngîlîz British Airwasy di roja duyem de bi tevlîbûna nû didome. Hema bêje hemû seferên hewayî hate betalkirin û vê jî bandora xwe li 100 hezar rêwiyan kir.

Greva pîlotan roja Duşemê (Duh) dest pê kir. Di roja yekem de nêzî 850 sefer betal bûn. Grev îro bi beşdariyên nû dom kir. Dîsan hemû seferên hewayî betal bûn.

British Airwasy cara yekemîn e rû bi rû tevgerekî wiha ya nerazîbûnê dibe. Şîrket her sal 3 mîlyar euro qezenç dike, pîlot jî daxwaza heqdesteke baştir dikin. Rêveberên şîrketê jî radigihînin ku pîlotên Îngîlîz li gorî heqdsta Ewropayê heqdesteke baş digrin.

Şîrketê diyar kir ku di ser sê salan re wan pêşniyar kirine 11,5 ji sedî mûçeyan zêde bikin, ev yek pêşniyareke di cih de ye, lê belê sendîkayê red kiriye.

Sendîkaya Balpa ragihand, pîlotan salên dawî berdêl dane lewma divê hîn bêhtir ji qezenca şîrketê sûdê werbigirin.

Di rewşa heyî de di navbera rêveberî û sendîkayan de ji bo ji nû ve muzakere were kirin dîrokek nehate diyar kirin. Lê eger lihevkirinek çênebe çalakiya weke 27’ê Îlonê ji niha ve hate diyar kirin.