Greva giştî li Fransayê jiyan da sekinandin

Li Fransayê li hemberî reforma teqawitbûnê di gelek waran de grev tê kirin.

Li hemberî reforma teqawitbûnê bi banga gelek sendîkayan roja pêşîn a grevê hate destpêkirin.

SNCF a ku saziya trênê ye vê sibehê 90 ji sedê seferên trênê da sekinandin, bi tenê 3 ji sedê trênan dixebitin.

Li herêma Parîsê jî seferên RATP’ê jî hema bibêje hate sekinandin. Ji xeynî du xetan hemû xetên metroyê hatine sekinandin.

Ji ber greva di warê veguhêziyê de li herêma Parîsê bi qasî 130 kîlometre wesayît ketin rêzê. Li gelek bajaran jî çalakgeran rê bloke kirin.

Di warê perwerdehiyê de jî grev hate kirin. 55 ji sedî dibistanan hate vekirin, ev rêje li herêma Parîsê bû 78 ji sedî. Saziyên enerjiyê, îtfaiyevan, mamoste, serwîsên komkirina çopê, nexweşxane, parêzer û polîs jî ketin grevê.

Şîrketên balefiran jî 20 ji sedî seferên xwe betal kir. Gelek rojname ji ber grevê nehatin çapkirin û radyoyan jî weşanên xwe dan sekinandin.

LI WELAT 250 ÇALAKÎ

Êlegzer jî ketin grevê. Tê payîn ku di nava rojê de li 250 cihan çalakî werin lidarxistin.

Hikumeta Fransayê dixwaze rejîma taybet a teqawitbûnê ya ku 42 astên wê hene, bike pergalek bi tenê. Gelek pîşekar dikevin fikaran ku wê avantajên wan ên teqawitbûnê ji destê wan derkeve.