Gotûbêjên li ser bernameyên nukleerê yên Koreya Bakur û Îranê li aliyekî, rastiyek heye ku welatên di rêza yekem a cihanê de cih digrin xwedî hêzeke mezin e ku di carekê de cihanê hemû bihilweşîne.
Îsal ji bo Xelata Aşitî ya Nobelê 215 kes û 103 sazî weke namzet hatin diyarkirin, xelat ji bo ÎCAN a ku li dijî çeken nukler têkoşînê dike re hate dayîn. Piştî ku ÎCAN’ê xelat wergirt daxûyanî da û di daxuyaniya xwe de Serokê DYA Donald Trûmp ku xwedî çekên nuklere rexne kirîbû. Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin ku bi hilbijartina Trûmp re fikara li ser çêkirina çekên nukleerê zêde bûne.
DYA DEV JÎ NUKLEERÊ BERNADE
Di daxuyaniya ÎCAN’ê de wiha tê gotin; “Hilbijartina Serok Donald Trûmp, ku bê hizirandin bi serê xwe dikare destûra bikaranîna çekên nukleerê bide, gelek kes ji vê nerazî ne.” Daxuyaniya ku ji aliyê Dîrektorê ÎCAN Beatrîce Fihn ve hatî kirin dide diyarkirin ku Trûmp gelek caran ‘pispor guhdar nekiriye’ got û ev rewşa heyî rexne kir.
Di bersiva DYA’yê de jî têkildarî qedexeya çekên nukleer a ku ji aliyê ÎCAN’ê ve tê parastin, hate gotin ku hevpeyman hatiye îmzekirin. Berdevkê Wezareta Karê Derve ku ji AFP’ê re axivî û wiha got; “DYA wê li ser hewldanên ku hiştina bê çekên nukleeer di nava hewldanekê de be”. Berdevk diyar kir ku hevpeymana ku ÎCAN diparêze ji aliyê ti welatekî ku xwedî bombeya atomê ve nehatiye destek kirin.
ÎRAN EV FIRSAT NIRXAND; JI BO MUZAKERAYAN AMADE BÛ!
Ji bilî gotûbêjên di navbera DYA û ÎCAN’ê de daxuyaniya ku balê dikêşe ser xwe ji aliyê Îranê ve hatibû kirin. Li gorî nûçeya Reûters ku çavkaniyê Îranê dide, Îran di li gorî Hevpeymana Viyana ya sala 2015’an wê bi welatên aliyan re biketa nava têkliyan û têkildarî rewşa bernameya fuzeyên blastîk hevdîtin pêkbianiya.
Ev pêşniyar di meha derbasbûyî de li New Yorkê ji dema Desteya Giştî ya Netewên Yekbûyî de, ji DYA, Rûsya, Çîn, Fransa, Brîtanya û Elmanya ku aliyên hevpeymanê re bihatiba ragihandin.
Li gorî nûçeyê di hevdîtina Wezîrê Karê Derve yê Îranê Mûhammed Cevad Zarîf û hevpîşeyê wî yê DYA Rex Tîllerson re fikara DYA a ji bo kapasîteya fuzeyên blastîk re hatiye diyarkirin.
ZÊDETIRÎ 17 HEZAR ÇEKÊN NUKLEER
Herî zêde pêşxistina çekên nukleer ê ji aliyê Koreya Bakur û Îranê li aliyekê, li cîhanê hebûna zêdetirî 17 hezar çekên nukleerê didome.
Di Hevpeymana Pêşîlêgirtina Belavbûna Çekên Nukleer a Netewên Yekbûyî ya sala 1968’an li derveyî Hîndistan, Pakîstan, Îsraîl û Sûdana Başûr hemû welatên din îmze kiribû. Koreya Bakur piştî vê hevpeymanê xwe bi paş ve kişand. Hevpeyam li ser armanca bikaranîna çekên nukleer ji bo aştiyê û hevkariyê û çek ji bo welatên din neyê dayîn pêşî lê girtin bû.
SERÎ RÛSAYA DIKIŞÎNE
Li gorî daneyên ÎCAN’ê li ser rûyê cîhanê di destê Rûsyayê de nîvî bêhtir çekên nukleer û sernavên wê hene. Sernavên nukleer ku beşek mezin ji dema Yekîtiya Komara Sosyalîst a Sovyetê maye û nêzî 8 hezar û 500’î ne. Piştî DYA bibû welatê 2. ê nukleer pêş dixst û li gorî hejmara çekên nukleer li pêşiya vî welatî ye.
YEKANE WELATÊ KU ÇEKA NUKLEER BI KAR TÎNE: DYA
Welatê yekem ku çekên nukleer pêş dixe û bi kar tîne DYA ye û di rêza 2. de cih digre. DYA piştî Şerê Cîhanê yê 2. ji bo ku Japonyayê ber bi teslîmbûnê ve bibe li Hîroşîma Û Nagazakî yê bi bombeyên atomê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û li gorî agahiyan tê texminkirin ku nêzî 7 hezar û 700 serik di destê DYA’yê de ne.
ÎSRAÎL NE HEBÛNA ÇEKAN QEBÛL DIKE NE JÎ ÎNKAR DIKE
Her çendî tê zanîn ku Îsraîl xwedî çekên nukleereyê jî li dijî hevpeyamanên navnetewî tê hiştin. Tê texminkirin ku di destê Îsraîlê de 80 serikên nukleerê hene.
Lê belê dewleta Îsraîl ne hebûna çekên nukleerê qebul dike û ne jî înkar dike ku xwedî çekên nukleerê ye.
WELATÊN BI GUMAN KU NUKLEERÊ PÊŞ DIXIN
Li rex van welatan, bi salan e di rojevê de ye ku Koreya Bakur û Îran dest bi çêkirina çekên nukleerê kirine.
Ji derveyî welatên ku xwedî çekên nukleer, welatên ku di nav xaka xwede çekên nukleer ku girêdayî welatên dî ne jî hene. Di serê van de Tirkiye, Elmanya, Belçîka, Hollanda û Îtalya heye. Ev çekê han jî girêdayî DYA’yê ne.