Gotinên şirîkên nû yên Merkel ji hev gelekî cuda ne!

Ji bo avakirina hikumeta koalîsyonê, ku wê çar salan Elmanyayê bi rê ve bibe, li pişt deriyên girtî bazarî û danûstandin dewam dikin.

Piştî hilbijartina giştî ya federal a 24'ê Îlonê, amadekarî ji hikumeteke koalîsyonê re tê kirin ku cara yekemîn e wê li asta federal bê ceribandin. Ji ber rengên reş, zer û kes ên partiyên Yekîtiya Xiristiyanên Demokrat (CDU), Partiya Demokratên Azad (FDP) û Partiya Keskan navê Jamaîka li vê koalîsyonê tê kirin. Hevdîtinên fermî yên di vî warî de hê dest pê nekirine.

Lê belê, tê gotin ku li pişt deriyên girtî yên kûlîsên paytext Berlînê, di navbera nûnerên her sê partiyan de danûstandin tên kirin. Li Eyaleta Saksonya Jêrîn, piştî hilbijartinên pêşwext ên 14'ê Cotmehê, wê ev her sê partî li dora maseya hevdîtinê rûnên. Ji ber ku encamên hilbijartinê yên li vê eyaletê, wê destê partiyan di bazariyê de xurt bikin.

SCHAÛBLE: BAWERIYA MIN BI KOALÎSYONA JAMAÎKA HEYE

Piştî ku sosyal demokratan daxuyanî dan û gotin, "Em êdî hevparê hikumeta Merkel nînin" avabûna koalîsyona Jamaîka kete rojevê. Eger ev koalîsyon pêk neyê, pêkane ku li Elmanyayê hilbijartinên pêşwext werin kirin. Ji ber vê yekê, yekane hêviya partiya Merkel CDU, modela Jamaîka ye.

Wezîrê Maliyeyê Wolfgang Schaûble, ku yek ji kesayetê bi bandorê ê hikumeta Merkel e, bi erênî nêzî vê modela nû ya hikumetê dibe. Schaûble ku 40 sal in di nava CDU de siyasetê dike, ji bo modela Jamaîka got, "Ez bawerim ev yek wê serketî be. Tenê pêwîstî hinekî bi demê heye."

Schaûble ragihand, hikumeta nû ya li ser xeta Xiristiyanên Demokrat, Lîberal û Keskan, wê alîgirê Ewropayê be û ji danûstandinên navbera partiyan jî wê encam derkeve. Lê ya tê meraqkirin, nêzîkatiya her sê partiyan e.

Ji enerjiyê heta mijar apenaberan, ji daxistina bacê heta siyaseta hawirdorê di navbera her sê partiyan de nêrînên cuda hene. Her sê partî, pêwîste di van sernavan de bi taybetî li hev bikin:

EWROPA: FDP ku lîberalan temsîl dike, alîgirê wê yekê ye ku polîtîkaya şidandina kemberê ya ku bi serkêşiya Merkel li ser welatên di nava krîza Euro de ye, bê dewamkirin. FDP dixwaze, Yewnanîstan di dema pêş de ji nava Euro bê derxistin. Partiya Keskan ku berevajî vê difikire, alîgirê wê yekê ye ku polîtîkayên piştevaniyê bên meşandin û Yewnanîstan di nava Euro de bê hiştin.

DEWLETA POLÎS: Her sê partî, ji ber zêdebûna êrîşên terorê, dixwazin hejmara polîsan zêde bibe. CDU di wê baweriyê de ye ku divê hejmara kamerayên ewlekariyê bên zêdekirin û agahiyên îstîxbaratî yên li ser welatiyan hîn bêhtir bên komkirin. Partiya Keskan berevajî vê yekê dibêje, ku divê qanûna agahiyên şexsî yên welatiyan diparêze neyê binpêkirin.

PENABER: Yek ji mijarên sereke ku partiyên navborî li ser li hev bikin, sînorê herî bilind ê hejmara penaberên li welêt bên qebûlkirin e. Merkel, partiyên Keskan û FDP li dijî vî sînorî derdikevin, lê 'partiya bira ya CDU' CSU di vî sînorê de bi israr e. Partiya Keskan her wiha dixwaze, penaberên ji Afganîstanê êdî neyên dersînorkirin.

ENERJÎ: Yek ji nakokiyên mezin ên navbera CDU, Partiya Keskan û FDP, tedbîrên têkildarî germahiya global û enerjiyê ye. FDP û CDU dixwazin, "Qanûna enerjiya dikare bê nûkirin" were betalkirin û ev qanûn bêhtir were xurtkirin. Partiya Keskan jî plan dike ku heta sala 2030'î temamiya enerjiya welêt ji "enerjiya dikare bê nûkirin" bê bidestxistin.

BAC: Mijareke din a girîng ku her sê partî li ser li hev nakin, bac e. Partiya Keksan dixwaze, welatiyên ku hatineya wan a salane di ser 100 hezar Euroyî re ye, baca herî zêde bidin. FDP berevajî vê yekê dixwaze, dewlemend baca kêm bidin.