Gol, çem û çirav ziwa dibin

Ji ber zêdebûna germa dinyayê, 35 ji sedî yê herêmên berhemdar ên cîhanê ku ji aliyê xwezayî û cihêrengiya bîo ve dewlemend in, ji sala 1970'ê û vir ve ji holê rabûne.

Sîstema ku cihêrengiya bîo ya cîhanê xwedî dike niha bi destê mirovan ji holê tê rakirin. Çem, qamirgeh, çirav û herêmên mîna wan ji holê tên rakirin. Herêmên bi vî rengî berhemdar, ji daristanan zûtir tine dibin.

35 ji sedî yê van herêmên rewadar, van 48 salên dawî bi destê mirovan ziwa û hişk bûne. Germahiya global jî dibe sedem ku herêmên rewadar zûtir ziwa bibin.

li gorî rapora Peymana Ramsarê, herêmên çiravî yên li ser rûyê erdê hîn jî 12,1 milyon kîlometreçargoşe ye.

13 heta 18 ji sedî yê van herêmên çiravî, yanî 2300 herêm weke cihên girîng ên navneteweyî hatine destnîşankirin. Lê belê ev herêm bi têrkerî nayên parastin.

Di daxuyaniya Sekreteriya Peymana Samarê de hate gotin, "Hesasiyetek li ser girîngiya herêmên rewadar derkete holê. Lê belê divê siyasetmedar ji bo parastina van herêman qanûnan bixin meriyetê. Li ser girîngiya ekosîstemê divê cîhan were agahdarkirin. Eger herêmên rewadar nebe, her kes wê bikeve nava rewşeke metirsîdar."

Li gelemperiya cîhanê, 32 ji sedî yên herêmên rewadar li parzemîna Asyayê ne. Ev rêje li Bakurê Amerîkayê 27 ji sedî ye. Başûrê Amerîka û giravên Karabîkê jî 16 ji sedî, Ewropa 13 ji sedî, Afrîka 10 ji sedî û Awûstralya jî 3 ji sedî yê herêmên rewadar in.

Di navbera salên 1970 û 2015'an de rêjeya herêmên rewadar ên li Başûrê Amerîka û giravên Karabîkê 60 ji sedî, yên li Afrîkayê 42 ji sedî û yên li Ewropayê jî 35 ji sedî kêm bûne.