Girêdayî êrîşa Berlînê 3 çete li Tûnûsê hatin girtin

Hat diyarkirin ku têkildarî faîlê qetlîama Berlîn a Elmanyayê Anîs Amrî yê ku duh sibehê li rojhilatê Îtalyayê hate kuştin, 3 kesên ku têkilî li gel hebûn li Tûnûsê hatin binçavkirin.

Wezîrê Karê Hundir ê Tûnûsê diyar kir ku kesên ku girtine temenê wan di navbera 18-27 salî de ne û yek ji wan xizmê Amrîne, agahî da ku endamên hucreyekî cîhadiyên li vî welatîne.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku kesê ku tê payîn xuharziyê Anîs Amrî ye di îfadeya xwe de diyar kir ku ji bo qetlîama li Berlînê bike li pêşberî pereyan banî wî jî kiriye ku biçe Elmanyayê û anî ziman ku Amrî ‘emîrê’ komeke bi navê ‘Ebû Walaa Tûgayî’ ye. Dîsa ev kes bi rêya peywendiyên Telegram a bi navê krîptolûyê li gel Amrî di nava peywendiyan de bû û axivîne.

Wezîrê Karê Hudir di daxuyaniya xwe de diyar kir ku têkiliya kesên ku hatine girtin ya bi êrîşa Elmanyayê re tê lêkolînkirin.

Der ket holê Anîs Amrî ê ku li Berlînê roja Dûşemê bi TIR’ê êrîşî sûka Noelê kiribû, endamê çeteyên DAIŞ’ê ye û bîatî wan dikir.