Germahiya global: Salane wê bi sed hezaran penaber bên Ewropayê

Li gorî lêkolîneke ku li kovara Scîence hate weşandin, eger germbûna global dwam bike wê her sal 660 hezar penaberên din berê xwe bidin parzemîna Ewropayê. Hat destnîşankirin ku germbûna global wê rê li ber şer veke.

Zanyarên Amerîkî yên li ser germahiya global xebitîn, hejmara penaberên avhewayê yên ji ber germbûna global ji welatên cuda yên cîhanê koçî welatên Yekîtiya Ewropayê bikin, hesab kirin. Di lêkolînê de, daneyên welatiyên 103 welatên di navbera salên 2000 û 2014'an de serlêdana penaberiyê li welatên Yekîtiya Ewropayê kirine, hate nirxandin.

SALANE WÊ 660 HEZAR PENABERÊN DIN BÊN

Li gorî vê yekê, hejmara mirovên ji ber bandora germbûna global reviyane, welatê xwe terikandine û xwe li welatên Yekîtiya Ewropayê girtine, wê heta sala 2100'î ji 98 hezar heta 660 hezarî be.

Hat ragihand, eger heta sala 2100'î germbûna global bi rêjeya 1,8 pileyî zêde be wê hejmara serlêdana penaberiyê salene 28 ji sedî zêde bibe. Li gorî vê senaryoyê, gazên bi bandora serayê yên rê li ber germbûna global vedikin wê di nava dehan salên bê de zêde bibe û piştî nîvê sedsalê wê kêm bibe. Ev yek weke senaryoya herî xweşbîn hate dîtin.

Eger germahiya global bi rewşa heyî dewam bike, wê heta sala 2100'î ji 2,6 heta 4,8'an zêde bibe. Ev jî tê wê wateyê ku wê heta sala 2100'î zêdeyî 660 hezar penaberên din ji ber şer an jî sedemên aboriyê koçî Yekîtiya Ewropayê bikin.

Ji ekonomîstên Zanîngeha Colûmbîayê Wolfram Schlenker ku yek ji endamên vê lêkolînê ye, da xuyakirin ku li welatên xizan ên li başûrê cîhanê ku bandora germahiya global lê zêde ye, wê koçberî zêde bibe. Schlenker işaret bi nîqaşên li ser hejmara penaberên li Ewropayê bên qebûlkirin kir û ragihand, germahiya global wê hejmara 'koçberên bê hêvî' yên li Yekîtiya Ewropayê di asteke bilind de zêde bike.

Li gorî daneyên saziya statîstîkan a Yekîtiya Ewropayê Eurostatê, serlêdanên penaberiyê yên ber bi dawiya salên 2000'î salane li dora 250 hezarî bû, bi taybetî ji sala 2013'an û pê ve zêde bû. Hejmara serlêdanên penaberiyê sala 2013'an 431 hezar, sala 2014'an 627 hezar, sala 2015'an jî gihîştibû 1 milyon û 323 hezar ku ev yek rekor e. Sala 2016'an jî 1 milyon û 257 hezar serlêdanên penaberiyê hatin kirin.

Eger senaryoya li kovara Scîence bi cih bê, heta sala 2100'î wê rêjeya mirovên koçber ên ji welatên Yekîtiya Ewropayê di asteke bilind de zêde bibe.

DI NAVBERA GERMAHIYA GLOBAL Û ŞER DE TÊKILÎ HEYE

Welatên cîhanê sala 2015'an li konferansa COP21 a li Parîsê li ser peymaneke nû ya avhewayê li hev kiribûn û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) jî di nav de gelek welatan di meha Nîsana 2016'an de mohra xwe danîbûn binê peymanê. Lê belê Serokê nû yê DYA Donald Trûmp li ber nêrîna 'gazên bi bandora serayê rê li ber germahiya global vedike' rabû û meha Hezîranê ragihand ku ew xwe ji peymanê vedikişînin.

Beriya niha gelek lêkolîn hatibûn kirin û hatibû destnîşankirin ku bi zêdebûna asta germahiya global li welatên başûrê cîhanê, bûyerên şîdet û şer wê zêde bibin.

Li gorî lêkolîneke ku sala 2011'an li kovara Natûre ya li Brîtanyayê hate weşandin, fenomena El Nîno ya li Pasîfîkê dewam dike, ziwatî û bûyerên şîdetê û şer bi hev re têkildar in.

ŞERÊ LI SÛRIYEYÊ JÎ BANDORÊ LI GERMAHIYA GLOBAL DIKE

Lêkolîneke din a ku balê dikişîne ser têkiliya navbera germahiya global û şer, sala 2015'an ji aliyê Weşanên Akademiya Zanistan a Amerîkayê (PNAS) ve hatibû kirin û ragihandin. Li gorî vê lêkolînê yek ji sedemên şerê li Sûriyeyê ku sala 2011'an dest pê kir û heta niha 500 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane, ziwatiya navbera salên 2006-2010'an a li Rojhilata Navîn e.