Germahiya global sala 2017'an jî di asteke bilind de dewam kir

Li gorî daneyên Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO), piştî sala 2016'an ku bandora fenomena El Nîno hate dîtin, duyemîn sala herî germ, 2017 bû.

Di raporê de hat ragihandin, germahiya global a navbera salên 2017 û 2015'an gelekî nêzî hev e û eger bandora El Nîno ji sala 2016'an bê derxistin, germahiya global a 2017'an zêdeyî ya sala 2016'an e. 

Li gorî daneyên WHO, germahiya global par bi qasî 14,8 pile bû û li gorî rêjeya sedsala 19'an bi 1,1 pileyî zêde bû. Wekî din, li gorî rêjeya salên 1981-2010'an jî 0,46 pileyî zêde bû. Xuya ye germahî bi taybetî 40 salên dawiyê zêde bûye.

Wekî din, tevî ku sala 2017'an fenomena El Nîno nehate dîtin jî germahî di vê astê de zêde bû. Ev bû sedem ku rê li ber fikaran veke.

17 JI 18 SALÊN HERÎ GERM DI VÊ SEDSALÊ DE HATE DÎTIN

Nuqteya herî girîng a ku lezgîniya têkoşîna li dijî germahiya global radixe pêş çavan ew e, ku salên herî germ ên ser li rûyê erdê di sedsala 21'ê de hatine dîtin.

Li gorî vê yekê, 17 ji 18 salên herî germ ên heta niha hatine pîvan, ji sala 2000'î û vir ve hatine dîtin.

Aliyekî din ê di raporê de balê dikişîne ew e, li hin welatên cîhanê germahî derketiye ser 50 pileyî. Hat ragihandin germahiya di vê astê de bi taybetî li Pakîstan, Ûmman, Bahreyn û Îranê hatiye dîtin û li Başûrê Amerîka û Awûstralyayê jî germahî gelekî dijwar bûye.

Germa zêde li gelek welatên li başûrê Ewropayê jî rû da.

ZERARA KU KARESATÊN XWEZAYÎ TENÊ LI DYA KIR, 300 MILYAR DOLAR E

Di raporê de işaret bi bandora karesatên xwezayî hate kirin û hat ragihandin ku tenê li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji ber karesatên xwezayî bi sedan milyar dolarî xisar bûye. Maliyeta bahoz û ziwatiya ji Karayîpan heta peravên DYA, 306 milyar dolar e.

Tevî DYA, tê texmînkirin ku maliyeta giştî ya afetên xwezayî li Hîndîstan, Bangladeş, Nepal û bi dehan welatên din ên lehî lê rabûn, gelekî zêde ye.