Gelo rapora Senatoyê wê biryara Trûmp biguherîne?

Ji bo Serokê DYA Trûmp ku biryar da ji Peymana Avhewayê ya NY vekişe raporek hate pêşkêşkirin û di raporê de bal hate kişandin ser gelek belgeyên têkildarî guhertina avhewayê.

Serokê Dewletê Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp di meha Hezîranê de biryar dabû ku ji Peymana Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) vekişe. Trûmp qebûl nake ku gaza ser rê li ber germa global vedike û dibe sedema guherîna avhewayê.

RAPORA SENATOYÊ DA AMADEKIRIN, NÊRÎNA TRÛMP A DI VÎ WARÎ DE DITEVIZÎNE

Li gorî nûçeya rojnameya New York Tîmes, di raporeke ku Senatoya DYA da amadekirin de, nêrînên Trûmp ên li ser germahiya avhewayê bi temamî tên redkirin. Bi sernavên giştî, raporê di çapemeniyê de cih girt. Di raporê de tê destnîşankirin, ku germa global rastî ye û gaza serayê jî gelekî bandorê lê dike.

Di raporê de her wiha bi belgeyên zanistî tê destnîşankirin ku germa global avhewayê diguherîne.

JI BO WEŞANDINA RAPORÊ, PÊWÎSTÎ BI DESTÛRA TRÛMP HEYE

Senatoya DYA her çar salan carekê bi sernavê 'National Climate Assessment' raporê dide amadekirin. Ji bo ev rapora li Akademiya Zanistên Neteweyî hate qebûlkirin bi temamî bê weşandin, pêwîstî bi destûra Trûmp heye.

Qesra Spî û Ajansa Hawirdorê ya Amerîkayê (EPA) heta niha li ser mijarê daxuyanî nedane. Tê texmînkirin ku eşkerekirina çarçoveya giştî ya raporê ji bo bike ku rêveberiya Trûmp biryara rast bide, hatiye weşandin.