Gelo peymana aştiyê ji bo FARC'ê 'xefik' bû?

Rewş û rêveçûna peymana aştiyê ku sala 2016'an li Kolombiyayê hate îmzekirin nediyar e. Îvan Margûez ku bi navê gerîlayên FARC'ê pêşengî ji danûstandinan re kir got, bi danîna çekan re wan şaşitiyeke mezin kirine.

Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ku yek ji rêxistinên pêşeng ên raperîna gundiyan a sala 1964'an e, di çarçoveya peymana aştiyê ya sala 2016'an de çekên xwe sala 2017'an radestî rayedarên Neteweyên Yekbûyî kiribû. Zêdeyî 7 hezar gerîlayên FARC'ê biryar dan ku tevlî jiyana siyasî bibin. Çend komên li ber peymanê rabûn çekên xwe dananîn.

Gerîlayên berê ji bo tevlî jiyana siyasî bibin, li herêmên ku bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hatine destnîşanirin, kom bûne. Fikara herî mezin a gerîlayên berê, helwesta Serokdewletê nû Ûvan Dûqûe ye, ku li dijî aştiyê ye. Nayê zanîn bê Dûqûe piştî danîna çekan bi çi rengî tevbigere. FARC'ê piştî danîna çekan navê xwe guherand û kir Hêza Şoreşger a Alternatîf a ji bo Gel. Hin endamên vê rêxistinê danîna çekan red kirin.

PEYMAN XIYANET, XEFIK Û XAPANDINEKE MEZIN E!

Daxuyaniya herî cidî ya li ser şaşitiya mezin a FARC'ê ya di pêvajoya aştiyê de kir, ji aliyê Îvan Marqûez ve hate dayin. Marqûez di navbera salên 2012 û 2016'an de cihê xwe di danûstandinên li Kubayê de girt.

Beriya niha bi çend hefteyan hate ragihandin ku Marqûez ji qadên tevlîbûna li nava jiyana siyasî derketiye û 'winda' bûye. Marqûez nameyek ji Komîsyona Aştiyê ya Senatoya Kolombiyayê re şand û qala helwesta dewletê û şaşitiyên FARC'ê kir. Marqûez nameya xwe tevî yek ji lîderên berê yên gerîla Oscar Montero nivîsî. Di nameyê de hate ragihandin, guhertinên ku piştî peymana aştiyê hatin kirin, peyman veguherandiye 'kabûsa Frankensteîn'.

Nameya Marqûez û Montero li gelek organên medyaya herêmî hate weşandin. Marqûez û Montero di nameyê de bi taybetî işaret bi wê yekê kirin ku guhertin piştî danîna çekan a gerîlayên FARC'ê hatiye kirin. Di nameyê de rexne hate kirin û hate gotin, "Ev yek bêbextî ye, xefik û xapandin e. Bi vî rengî xiyanet li aştiyê nabe. Divê peymana ku bi merasîmê hatiye îmzekirin bi cih were anîn."

'LI GEL HIŞYARIYÊN LÎDERÊ DAMEZRÎNER, EM BI HIKUMETÊ XAPIYAN'

Marqûez û Montero destnîşan kirin, wan şaşitiyeke mezin kirin ku berî bicihanîna temamiya peymana aştiyê wan çek danîne. Di nameyê de işaret bi gotinên lîderê FARC'ê Manûel Marûlanda Velez hate kirin ku sala 2008'an jiyana xwe ji dest dabû. Di vê der barê de jî hate gotin, "Manûel Marûlanda Velez gelek caran hişyarî da me û ji me re got, 'yekane garantiya bicihhatina peymanên gengaz, çek e'. Li gel van hişyariyan jî em bi dilekî pak bi 'niyeta baş' a hikumetê xapiyan."

Her du lîderên gerîla ragihandin ku hîn li ser şertên peymanê yên derbarê tevlîbûna gerîlayan li jiyana civakî li hev nehatiye kirin û biryareke şaş bû ku bêyî vê lihevkirinê çek hatiye danîn.

Di şerê navxweyî yê Kolombiyayê de ku sala 1964'an dest pê kir, zêdeyî 260 hezar kes mirin, bi deh hezaran kes hatin windakirin. Danûstandinên navbera FARC'ê û dewleta Kolombiyayê sala 2012'an li Kubayê dest pê kirin û sala 2016'an jî bi îmzekirina peymanê qediya.

Tê zanîn ku piştî FARC derbasî nava jiyana siyasî bû, hin komên gerîla dest ji çekê bernedan. Piştî ku FARC bi giranî tevlî nava jiyana siyasî bû, Artêşa Rizgariya Neteweyî (ELN) weke mezintirîn tevgera gerîla ya çep ma. Bi ELN'ê re jî sala 2017'an danûstandinan dest pê kirin. Lê belê ji ber helwesta Serokdewletê nû Îvan Dûqûe rewşa van danûstandinan jî nediyar e.