Gelo ji nexweşiya Parkînson re çare hatiye dîtin?

Mîrovên zana yên Japonî ragihandin ku hucreyên reh neqlî mejiyê mîrovekî kirin ku nexweşiya Parkînsonê pêre hebû.

Lêkolînvanên Japonî îro bi daxuyaniykê ragihandin ku hucreyên reh neqlî mejiyê mirovekê kirin ku nexweşiya Parkînsonê li gel hebû. Di cîhanê de cerbidandinekî wiha care yekem e tê kirin.

Tîmekî ji Zanîngeha Kyoto 2.4 mîlyon hucreyên pluriptonet neqlî mejiyê kesê ku nexweşiya Parkînsonê bû kirin. Hucreyên mijara gotinê neqlî beşê çep yê mejî hate kirin û divê hucre vegerin hucryên pêwîst. Lêkolînvanan diyar kirin ku ameliyat 3 seatan dom kir û beriya mehêkê hatiye kirin.

Lêkolînvanan diyar kirin ku nexweşê 50’î salî ji bo tedawiyê bersivek baş daye û niha dibin kontrolê de tê girtin. Lêkolîvanan diyar kir ku eger rewşekî nerênî çêbibe wê 2.4 mîlyon hucreyên din vê carê li milê rastê yê mejî bicih bikin.

Zanîngeha Kyoto ragihand ku meha Tîrmeha derbasbûyî li ser 7 kesên temenê wan di navbera 50 û 69 salan de xebitîne.