Gelo Îran û Siûdî Erebistan amadekariya şer dikin?

Lubnan jî ket nav şerê di navbera Îran û Siûdî Erebistanê de. Li aliyekî DYA, Siûdî Erebistan û hevalbendên wan û li aliyê din jî Îran û hevalbendên wê.

Piştî Sûriye, Yemen û Bahreynê Lubnan jî bû eniyeke nû. Riyad û Tehran hevdu sûcdar dikin. Roja Şemiyê li dijî balafirxaneya Riyadê êrîşeke fuzeyê hate kirin. Milîsên Hûsî yên Yemenê yên ku Îran piştgiriya wan dike, ev êrîş li xwe girtin.

Siûdî Erebistanê jî hemû sînorên xwe yên hewayî, bejahî û behrê girt. Ji ber ku gel di hundire de mahsûr maye, birçîbûn û nexweşî zêde dibin.

Hûsiyan daxuyaniyek dan û diyarkirin ku ew ê li deriyên sînor û balefirxaneyên Siûdî Erebistan û Emîrtiya Ereban a Yekbûyî bidin.

Siûdî Erebistan Îranê dike berpirsê vê êrîşa bi fuzeyan û diyar dike ku ev îlana şer e. Li gorî Riyadê Îran bi rêyên qaçax muhîmmatên leşkerî ji Hûsiyan re dişîne.

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Riyadê bi bomberdûmankirina Yemenê û zêdekirina kolera û birçîbûnê sûcdar dike.

Prensê welîaxt ê Siûdî Mûhammed Bîn Salman El Sûud ji bo êrîşa bi fuzeyê got ku, “Ev êrîşeke leşkerî ya ji Îranê ye.”

Wezîrê Karê Derve yê Siûdî Adel El Cubeyr jî got ku, “Îran xisarê dide ewlehiya welatên cîran. Em ê nehêlin ku xisarê bidin ewlehiya me ya neteweyî.”

Koalîsyona Ereban a ku bi pêşengiya Siûdî Erebistanê li ser Yemenê ablûka danîne, diyar kirin ku ew ê di dem û awayekî pêwist de bersivê bidin Îranê.

Dîplomatê ji Lubnanê Sabhan jî got ku, “Divê Lubnanî di navbera aştî û desthilatdariya Hîzbûllahê de tercîhekê bike. Lubnan di navbera Hîzbûllah û Îranê de dîl maye.”

Serokê olî yê Îranê Alî Hamaney bi awayekî veşartî di Artêşa Îranê û Fermandariya Bilind a Hêzên Behrê de hin guhertin pêk anî.

General Mûhammed Huseyîn Dadras bû Alîkarê Serokê Fermandarê Giştî. Ji bo amadekirina îstîxbaratê û zêdekirina hêzên operasyonel ên artêşê peywir dane Dadras.