Gelên ku Gef li Wan Dibin: Divê Berlîn nebe berfermandarê dîktato

Rêxistina Gelên ku Gef li Wan Dibin li dijî daxwaza Tirkiyê ya ku dixwaze hevserokê berê yê PYD’ê Salim Mislim were dersînorkirin helwest nîşan da û gote hikûmeta Elman, ‘Nebin berfermandarê dîktaor Erdoğan’’.

Rêxsitina Gelên ku Gef li Wan Dibin, ya li bajarê Gottîngenê ya Elmanyê li ser babeta ku Mislim were îadekirin bang li hikûmeta Elmanyayê kir.

Rêxistinê got, ‘’Divê Elmanya nebe berfermandarê dîktator Erdoğan. Divê bi ti awayî bi Tirkiyê re peymaneke wiha nedeyne ku ziyanê bide mafê mirovan ên Kurdan. Heke siyasetmedarê Kurd were dersînorkirin ev rewş wê bike ku dewletên otoriter înterpolê bike amûr.’’

Midûrê rêxistinê Ulrîch Delîus got, ‘’Dersînorkirina siyasetmedarê Kurd wê bibe êrîşeke li ser tevahiya Kurdan û ev binpêkirina mafê mirovan e.’’ Delîus her wiha ji bo ku tangên Elman li Efrînê li dijî Kurdan têne bikaranîn helwest nîşan da.

Delîus her wiha banga Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlüt Çavuşoğlu ya fuara tûrîzmê ya ji bo turîstên Elman bi ‘absûrd’iyê bi nav kir û got, ‘ev tevgereke ‘kêfî’ ye.