Gelê Sûdanê guh nade qedexeyan, bi hezaran kes li qadan e

Li Sûdanê, piştî ku rejîma serokdewlet Omer El Beşîr a 30 salî hate hilweşandin, artêşê dest danî ser rêveberiyê. Bi hezaran kes li dijî vê yekê dakete qadan.

Tevî qedexeya derketina derve bi hezaran kes li ber Wezareta Parastinê ya li paytext Hartûmê li hev civiyan û xwestin hikumeteke sivîl bê avakirin.

Gelek pêşengên tevgera civakî bang li gel kirin ku li dora avahiya wezaretê li hev bicive û nimêja Înê bike.

Wezîrê Parastinê Awad Mûhammed Ahmed Îbn Aûf êvara Pêncşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, heta hilbijartinê wê konseyeke leşkerî 2 salan welêt bi rê ve bibe. Li gorî televîzyona dewletê, wezîrê parastinê wê serokatiyê ji vê konseyê re bike.

Çalakiyên protestoyî yên li Sûdanê 19'ê Kanûnê li dijî zêdebûna buhayê nan dest pê kiribûn, di demeke kurt de veguherîbûn tevgereke berfireh a civakî ya li dijî rejîma dîktator.

Çalakiyên protestoyî yên sivîl, dawiya hefteyê gihîştin asteke nû. Bi hezaran kes li ber Wezareta Parastinê li hev civiyan û ji artêşê xwest ku li gel civakê cih bigire.

Di encama çalakiyên protestoyî de rejîm têk çû. Wezareta Parastinê roja Pêncşemê da xuyakirin ku Omer El Beşîr ji wezîfeyê hatiye girtin û li malê girtî ye. Bi deh hezaran kes destpêkê daketin qadan û xwepêşandanên kêfxweşiyê li dar xistin. Lê belê piştî daxuyaniya artêşê nerazîbûn hate nîşandan.