Gelê Misrê ji bo hilbijartina Serokkomarê nû dengê xwe dide
Ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Misrê dengdanê dest pê kir. Tê payin ku Abdul Fettah El Sisi careke din bê hilbijartin.
Ji bo hilbijartina Serokkomarê nû yê Misrê dengdanê dest pê kir. Tê payin ku Abdul Fettah El Sisi careke din bê hilbijartin.
Li Misrê ku nifûsa herî qelebalix a alema Ereban lê ye, bang li 60 milyon dengdêran hate kirin ku dengê xwe bidin.
Tûra destpêkê ya hilbijartina Serokkomariyê îro ye. Tûra duyemîn jî wê 28'ê Adarê bê kirin. Çav li rê ye ku encamên destpêkê roja 29'ê Adarê eşkere bibe. Encamên misoger jî wê 2'ê Nîsan bên eşkerekirin.
Serokkomarê heyî Abdul Fettah El Sisi û hevrikê wî Musa Mustafa Musa ji bo bibin Serokkomar li ber xwe didin. Musa weke mûxalîfekî nayê dîtin, ji ber ku di hilbijartina beriya niha de ji bo kampanya El Sisi xebitî bû.
Namzetên din jî mehên dawî ya xwe ji namzetiyê vekişandin, ya jî dîskalîfiye bû. Yek ji wan jî efser bû û ji ber ku destûra artêşê ji bo namzetbûna xwe negirt, şeş mehan cezayê girtîgehê lê hate birîn. Yekî din jî, bi hinceta ku di belgeyê de sextekarî kiriye ji aliyê dadgeha leşkerî ve hate girtin. Yê sêyemîn jî got ku ew destekê dide serokkomarê niha û xwe ji namzetiyê vekişand. Namzetên din jî bi sedemên cihêreng xwe ji namzetiyê vekişandin.
Tê payin ku encamên hilbijartina Serokkomariyê ya 2018'an mîna ya beriya niha be.