Gelê Katalonyayê li dijî darbeya Spanyayê li ser sindoqan e

Gelê Katalonyayê, ku îradeya wan a serxwebûnê ji aliyê Spanyayê ve jinedîtî ve hat, ji bo hilbijartina parlamenta herêmî ya bi zorê lê hate ferzkirin, li ser sindoqan e. Tê payin ku partiyên alîgirê serxwebûnê bi ser bikevin.

Di referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmehê de, zêdeyî 90 ji sedî dengê 'erê' derketibû û hikkumeta navendî ya Spanyayê ku nekarî xwe li vê rabigire, xala 155'an a destûra bingehîn xistibû dewrê û hemû saziyên xweser betal kiribû. Hikumeta bi serokwezaretiya Marîano Rajoy her wiha biryar dabû ku îro (21'ê Kanûnê) hilbijartina Parlamenta Herêmî ya Katalonyayê were kirin.

Ji Katalonyaya nifûsa xwe 7,5 milyon e, tê payin ku beşeke girîng a 5,3 milyon hilbijêrî biçin ser sindoqan û Parlamenta Herêma Katalonyayê ya ji 135 endaman diyar bike.

7 LÎSTEYÊN CUDA TEVLÎ HILBIJARTINÊ DIBIN

Berevajî hilbijartina 2015'an, partiyên alîgirê serxwebûnê bi 3 lîsteyên cuda tevlî hilbijartinê dibin. Partiya Demokratên Ewropa ya Katalonyayê (PDeCAT) ku Serokê Herêma Katalonyayê Carles Pûîgdemont jî endamê wê ye tevî hiln siyasetmedarên serbixwe wê mîna sala 2015'an di nava tifaqê de tevlî hilbijartinê bibin. Her wiha partiyên din jî lîsteyên xwe amade kirin.

Partiya çep a bi navê Partiya Komarger a Catalonyayê (ERC) ku di nava tifaqa 'Junts pel Si' (Erê ji bo tifaqê) ya alîgirên serxwebûnê ya sala 2015'an cih girt, wê bi lîsteya xwe tevlî hilbijartinê bibe. ERC di encama hilbijartina 2015'an de 21 ji 135 kursiyan bi dest xistibû. Partiya çep a radîkal Namzetiya Yekîtiya Gel (CUP) jî xwedî bi îdîa ye. Rêxistinbûna bi navê CatComu ya ku ji aliyê Podemos û partiyên çep-kesk ve hatiye avakirin û Şaredara Barcelonayê Ada Colaû jî namzeta wê ye, lîsteyek xwe amade kir.

Partiyên ku alîgirê mayina bi Spanyayê re ne û dûvikên partiyên Madrîdê ne, tevlî hilbijartinê dibin. Cs ku dûvika Cîûdadanos a rastgiriya navendî ye, PPC a dewama Partiya Gel a Spanyayê (PP) ye û PSC ku dewama Partiya Sosyalîst e tevlî hilbijartinê dibin.

ALÎGIRÊN SERXWEBÛNÊ WÊ JI BERÊ ZÊDETIR KURSIYAN BI DEST BIXIN

Partî û tifaqên alîgirê serxwebûnê, ku di hilbijartina 2015'an de bi rêjeya 48 ji sedî 72 ji 135 kursiyan bi dest xistin, tê payin ku di encama vê hilbijartina bi zorê li ser wan hate ferzkirin de piraniya kursiyên parlamentê werbigirin.

Li gorî anketan, alîgirên serxwebûnê wê hejmara kursiyên xwe ji 77'an derxînin 81'ê. Her wiha anket nîşan didin ku rêjeya tevlîbûna li hilbijartinê jî berevajî ya referandûmê wê di ser 80 ji sedî re be.