Gelê Katalonyayê ji bo girtiyên siyasî bi destê hev girt

Li Katalonyayê bi hezaran kes ji bo siyasetmedarên xwe yên li Spanyayê dîl hatine girtin çalakiya 'zincîra ji mirovan' li dar xistin.

Piştî referandûma serxwebûnê ya par, ji ber zext û zordariya Spanyayê gelek siyasetmedarên Katalan hatibûn girtin.

Li gundekî nêzî paytexta Katalonya Barcelonayê, ji bo girtiyên siyasî çalakiyek hate kirin. Çalakiyê ji gundê Collbatoyê dest pê kir û heta quntara çiyayê Montserratê heta Cavall Bernatê dewam kir. Di çalakiyê de wêneyên 9 siyasetmedarên girtî hatin hildan. Bi hezaran kes tevlî çalakiyê bûn û bi destê hev girtin. 'Zincîra ji mirovan' bi kîlometreyan dirêj bû.

Çalakgeran xwestin siyasetmedarên Katalan ên girtî werin berdan.

Referandûma serxwebûna Katalonyayê tevî ku Spanyayê qedexe kir jî 1'ê Cotmeha 2017'an hate kirin û bi rêjeya 90 ji sedî dengê 'erê' hatibû dayin. 27'ê Cotmehê jî Parlamenta Katalonyayê serxwebûna xwe îlan kiribû û rêveberiya Spanyayê hemû saziyên xweser betal kiribû.

Serokê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont çûbû sirgûnê û herî dawî li Elmanyayê hate binçavkirin û bi şert hatibû berdan. Di hilbijartina nû ya parlamenta Katalonyayê de 21'ê Kanûnê alîgirên serxwebûnê careke din piraniya wekîlan bi dest xistibûn.