Ganî bi hêvî ye ku 10 rojan DYE û Talîban li hev bikin

Serokkomarê Efganistanê Eşref Ganî bi hêvî ye ku 10 rojan di navbera DYE û Talîbanê de lihevkirin pêk were.

Eşref Ganî di daxuyaniya xwe de got, "Me doh û îro biryar dan ku ragihandinekê nekin, hefteya bê, di nava 10 rojan de em ê bikin" û anî ziman ku wê di nava hefteyekê de bibînin ku agirbesta navbera Washîngtonê û Talîbanê pêk tê yan na. Ganî ev daxuyanî li Konferansa Ewlekariyê ya li Munchenê kir.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp roja Pêncşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku ew "gelekî nêzî" peymaneke bi Talîbanê re ne.

Tê gotin, eger her du alî li gorî agirbestê tevbigerin dibe ku ev yek veguhere peymanekê ku DYE 12 heta 13 hezar leşkerên xwe yên li Efganistanê vekişîne.

Wezîrê Karên Hundir ê Efgan Mesûd Andarabî di nava hefteyê de bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên ewlekariyê yên Efgan ama de ne ku li gorî agirbestê yan jî mercên kêmkirina tundiyê tevbigerin.

Serokkomar Ganî her wiha di daxuyaniya xwe de ya li Munchenê diyar kir, ew bi guman e ku Talîban tundiyê rawestîne.

Di vê navberê de çarçoveya agirbesta ku ji bo heft rojan hatiye plankirin hîn nehatiye zelalkirin. Dema ku agirbest dest pê bike hîn nehatiye eşkerekirin. DYE'yê tenê got, "demeke nêz" wê dest pê bike.

PÊVAJOYA JI SÊ QONAXAN

DYE bi taybetî qala pêvajoyeke ji sê qonaxan dike. Destpêkê wê alî heft rojan çavdêriyê bikin û li cidiyeta hev binerin. Talîbanê û leşkerên Emerîkayê li ser rêbaza nirxandina li qadê ya pêvajoya bi navê 'kêmkirina tundiyê' li hev kirin. Artêşa Efgan jî biryar da ku operasyonan kêm bike. Tê gotin ku ev pêvajo wê ji 17'ê Sibatê û pê ve dest pê bike.

Peymana agirbestê ya navbera DYE û Talîbanê li konferansa ewlekariyê ya li Munchenê hate pejirandin. Eger bêpirsgirêk bi cih bê anîn wê li pêşberî aktoran hemûyan bê îmzekirin. Di rewşeke wiha de jî wê qonaxa sêyemîn dest pê bike. Di vê çarçoveyê de jî wê diyaloga deh rojan a navbera Efganan bê lidarxistin.