Gabrîel: Tirkiye pişt dide Ewropa, ma em dikarin çekan bidin wan?
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê diyar kir ku Tirkiye ji Ewropaya Rojava dûr dikeve. Gabrîel pirsî; “Gelo em hê jî dikarin çekan bidin Tirkiyeyê?”
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê diyar kir ku Tirkiye ji Ewropaya Rojava dûr dikeve. Gabrîel pirsî; “Gelo em hê jî dikarin çekan bidin Tirkiyeyê?”
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel di pirtûka xwe ya bi navê “Pîvanên Nû” (Neûvermessûngen) de Tirkiyeyê dinirxîne. Gabrîel di pirtûka xwe de li ser kêşeyên siyaseta dinyayê û ya polîtîkaya navxweyî disekine.
Li gorî nûçeya servîsa Tirkî ya Deûtsche Welleyê Gabrîel di pirtûka xwe de li ser Tirkiyeyê nirxandinên kûr dike.
Gabrîel ê ku dibêje; “Tirkiye berê xwe ji Ewropaya Rojava diguherîne, her ku diçe avadaniyên desthilatdariyê yên otorîter ava dike, ev jî rê li ber têkiliyeke ne aram a bi NATO’yê vedike.”
Gabrîel balê dikişîne ser stratejiyên pêşerojê yên NATO’yê û dibêje; “NATO divê stratejiya xwe ji ber çavan derbas bike. Gelo ji niha û şûnde bêyî fikar em dikarin çekan bidin Tirkiyeyê?”
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê fikarên xwe yên derbarê Tirkiyeyê wisa îfade dike:
“Tirkiye her ku diçe ji rêgezên demokratîk û dewleta hiqûqî dûr dikeve. Bi qedexekirina înternetê re nikare kêşeyan çareser bike. Demokratîkbûn û dîjîtalbûn wekî gelek parçeyên cîhanê, li cîhana Tirkiye û Ereban parçeyekî azadiya siyasî ya çalakgeran a mafdar e.”