Fransayê hişyariya S-300 da Rûsyayê
Wezareta karê derve ya Fransayê, hişyarî kir ku Rûsyayê pergala S-300 ya parastina hewayî daye rejîma Sûriyê û ev jî wê rê li ber dewamkirina aloziya leşkerî veke”
Wezareta karê derve ya Fransayê, hişyarî kir ku Rûsyayê pergala S-300 ya parastina hewayî daye rejîma Sûriyê û ev jî wê rê li ber dewamkirina aloziya leşkerî veke”
Rayedarên Rûsyayê, piştî ku li nêzî Lazkiyeyê balafireke keşfê hate xistin, ragihandibûn ku pergala S-300 radestî rejîma Sûriyê kirine.
Berdevkiya wezareta karê derve ya Fransayê Agnes Von Der Muhl, di derbarê mijarê de axivî û got: “di demeke ku li herêmê aloziya leşkerî didome de radestkirina Rûsyayê ya pergaleke wiha, metirsiya zêdekirina aloziyê xurtir dike û ji perspektîfa çareseriya bi riyên aştiyane ya pirsgirêka Sûriyê dûr dikeve.”
Wezîrê karê derve yê Rûsyê Sergey Lavrov, di daxuyaniya xwe ya 29’ê Îlonê de ji çapemeniyê re dayî de anîbû ziman ku piştî xistina balafira wan pergala parastinê ya S-300 radestî rejîma Sûriyê kirine.