Fransa li dijî Îslama siyasî tedbîrên tund distîne

Li Fransayê, piştî ku serê mamosteyê bi navê Samûel Paty hate jêkirin, hikumetê danî ber xwe ku hin komeleyên weke 'dijminên komarê' pênase dike, bigire. Her wiha dersînorkirina bi sedan Îslamiyên radîkal jî xiste rojevê.

Hikumetê hefteya derbasbûyî ji bo girtina hin komeleyên ku li dijî mamoste Samûel Paty fetwa derxist, kete nava liv û tevgerê.

Wezîrê Karên Hundir Gerald Darmanîn ji radyoya Europe 1 re axivî û diyar kir ku ji bo girtina saziyên navborî wê li Desteya Wezîran pêşniyarê bike.

Paty, piştî ku karîkaturên Charlîe Hebdo yên li ser pêxemberê Îslamê li dibistanê di çarçoveya azadiya îfadeyê de ji xwendekaran re vegot, bûbû hedef. Yên ku zarokên wan neçûn heman polê jî Paty kirin hedef, navnîşana wî eşkere kirin û bi 'pornografî' sûccdar kiribû. Tê gotin ku xwendekaran diyar kirin ku Paty ji bo zarokên misilman nekevin bin bandora wê, beriya karîkaturan nîşan bide, pêşniyar kiribû ku derkevin derve.

Bi rojane ku li welêt hem partiyên çep hem jî yên rastgir li dijî Îslama siyasî nerazîbûn nîşan didan. Biryara ku dihate payin jî roja Duşemê hate dayin.

Darmanîn diyar kir ku tevî "Kolektîfa li dijî Îslamofobiye ya Fransayê (CCIF)" û "BarakaCîty" wê pêşniyar bike ku gelek komele bên girtin.

Wezîr ragihand ku wê mijarê bibe ber destê dadgeriyê.

Mamosteyê dîrok-cografyayê Samûel Paty roja Înê li naverastê ji aliyê Çeçenekî 18 salî ve serê wî hatibû jêkirin. Bi taybetî CCIF li dijî Paty fetwa dabû.

Roja Yekşemê bi deh hezaran kes li tevahiya welêt ji bo bîranîna Paty daketibûn kolanan.