Fransa: Ji bo rakirina Rewşa Awarte şert û merc êdî hatine avakirin

Li Fransa ji bo rakirina pêkanîna Rewşa Awarte ya ku piştî qetlîama çeteyên DAIŞ’ê ya di 13’ê Mijdara 2015’an û şûn de hate îlankirin, diyar kir ku ‘êdî şert û merc’ destdayîne.

Wezîrê Edaletê yê Fransa Jean-Jacqûes Ûrvoas, anî ziman ku pêkanîna Rewşa Awarte ya ku heta 15’ê Tîrmeha 2017’an hatî dirêjkirin, dikare bê rakirin. Ûrvoas, diyar kir ku ji ber ewlekariyên ku ji aliyê dewletê ve hatine girtin ‘şert û merc’ hatine avakirin.

Ûrvoas, piştî hevdîtinên li gel Konseya dewletê û rêxistinên daraza rêveberiya welat û şûnde  daxuyaniyek da, diyar kir ku biryara rakirina pêkanînê jî, piştî hilbijartina parlemeteriyê ya ku wê meha Hezîranê bê kirin û şûnde, wê ji aliyê hikûmeta nû bê avakirin ve bê dayîn.

Rewşa Awarte piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya di 13’ê Mijdara 2017’an li bajarê Saînt-Denîs û Parîsê ku qetlîam kirin û şûnde ketibû meryetê, herî dawî jî heta 15’ê Tîmeha 2015’an hatibû dirêjkirin. Di êrîşa li Parîs, Saînt-Denîs û êrîşa bi kamyonê ya 14’ê Tîrmeha 2016’an a li bajarê Nîceyê herî kêm 200 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn.