Fransa: Divê di destê DAIŞ’ê de tu ax nemîne

Generalekî Fransayê Françoîs Lecoîntre diyar kir ku di serê salê de ew ê di destê DAIŞ’ê de tu ax nemîne.

Serokê Artêşa Fransayê Françoîs Lecoîntre roja Pêncşemê ji medyaya Fransayê re axivî û got ku, “Xelîfetiya DAÎŞ’ê ya fîzîkî piştî payîzê û beriya serê salê ew ê bi dawî bibe.”

Çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Iraq û Sûriyeyê hovîtiyên mezin kiribûn û ji van qedan hatin derxistin. Çete a niha li wîlayeta Dêrazorê, di navbera Çemê Firatê û sînorê Iraqê û li çolê hene.

General Leoîntre li pêş Komeleya Rojnamegerên Parastinê (AJD) axivî û got ku; “Dema ku xelîfetiya DAIŞ’ê ya fîzîkî betal bibe, di çarçoveya operasyona Chammalê, operasyona Inherent ya ku em jî tê de cih digirin, ew ê dîsa were rojevê.”

Generalê Fransiz diyar kir ku heta ji wan were, wê hejmara leşkerên li herêmê kêm bikin û ji bo vê jî wê her firsendê binirxînin.

Di vê rewşê de nêzî hezar leşkerên Fransayê, di çarçoveya operasyonê de cih digirin.