Flaman û Katalan piştgiriya hev dikin

Flamanên li Belçîkayê ku alîgirê cihêbûnê ne, têkiliyên xwe yên bi gelê Katalan re ku daxwaza serxwebûnê ji Spanyayê dike, bi pêş ve dibin.

Herêma Falaman a Federal a Belçîkayê ku bi Flemanî diaxive, dema dawî bi xwedîderketina li lîderê Katalan Carles Puigdemont bal kişandibû ser xwe.

Herêma Flaman gavên xwe yên di vî warî de diavêje didomîne. Herî dawî, zimanê Katalanî di asta Spanî de qebûl kir. Ofîsa Tûrîzmê ya Herêma Flaman biryar da ku tevî dizmanên din ên Ewropayê û Spanî, zimanê Katalanî li malpera xwe ya fermî bi cih bike.

Balkêş e ku ji bo zimanê Spanî jî gotina 'Kastîlyanî' hatiye bikaranîn ku ev gotin bi giranî li Başûrê Amerîkayê tê bikaranîn.

Hikumeta Spanyayê, ji ber ku di referandûma serxwebûnê ya 1'ê Cotmeha 2017'an de tawîz neda, der barê Serokê berê yê Herêma Katalonyayê Carles Puigdemont de biryara girtinê derxist. Hikumet her wiha bi sûcên 'destwerdana li karên navxweyî' û 'teşwîqa ji bo cihêkariyê' Herêma Flaman sûcdar dike ku destekê dide Puigdemont.