Fîtch pileya bankên Tirk daxist
Saziya pilekirina kredî ya navneteweyî Fîtch, pileya 20 bankên Tirk daxist.
Saziya pilekirina kredî ya navneteweyî Fîtch, pileya 20 bankên Tirk daxist.
Krîza ku rejîma AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê derxistî her diçe kûr dibe. Saziya pilekirina kredî ya navneteweyî Fîtch pileya kredî ya demeke dirêj a dowîzên bi pereyên biyanî û 20 bankên Tirk daxist.Fîtch diyar kir pêşeroj jî nediyar e.
Hincetê ku Fîtchê ji bo şikandina pileyan jî wiha rêz kir: “Ketina nirxê lîreyê Tirk, zêdebûna anî ya fayîz û performansa bankan a li hemberî bendewariya bi hêdî ya mezinbûnê, heyîna kalîteyê, sermayedarî, zextên li ser fonkirin û hêza kirînê.”
SALEKE BI ZEHMET LI PÊŞIYA TIRKIYEYÊ YE
Li gorî Fîtchê, di sektora bankan ya sala 2019’an, wê bi mezinbûna aboriyê ya lewaz, rêjeyên fayîza mezin û zêdebûna li bendê mayîna krêdiyên bi pirsgirêk re rû bi rû bimîne.